• KCK: ‘’Sazî û rêxistinên mafên mirovan ên wekî Konseya Ewrûpayê, DMME û CPT çavên xwe hem ji tecrîda mitleq a Îmraliyê pêktê hem jî ji polîtîkayên neyarê Kurdan a dewleta mêtînger qirker a Tirk re digirin, erka dikeve li ser milan jî pêk nayînin û dibin hevkarê sûcên rejima şerê taybet a AKP- MHP’ ya faşîst.’’

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera komploya 9’ê Cotmehê daxuyaniyek da û bang li saziyên navneteweyî kir ku bi erk û berpirsyariya xwe rabin. 

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha ye: “Komploya navneteweyî ku 9’ê Cotmeha 1998’an di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê Kurd hate kirin, di sala 23’an de bi kîn û hêrseke mezin careke din şermezar dikin. Em Rêber Apo bi rêz û hezkirin silav dikin ku li dijî şert û mercên dîlgirtinê û komploya navneteweyî bi berxwedaneke bêhempa bersiv da û komplo pûç kir. Hevrêyên xwe yên şehîdên leşker ku li dijî komploya navneteweyî bi dirûşma ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bi fedayî li dora Rêber Apo bûn xeleka ji agir, careke din bi bîr tînin û bi rêz û minet bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin.

Em asta xwedîderketina li Rêber Apo ya gelê me yê welatparêz û dostên me silav dikin ku bîst û sê sal in li dijî komploya navneteweyî têdikoşin û li ber xwe didin.

Dewletên emperyalîst ên ku li cîhanê serdest in, di destpêka sedsala 20’î de Kurd weke netewe û gelekî xwedî ziman, çand û nasname qebûl nekirin. Hebûna neteweyî ya Kurdan red kirin û li derveyî sîstema netewe dewletê hiştin. Di encama peymanên ku di navbera xwe de çêkirin, cografya Kurdistanê tevî gelê li ser parçe kirin û stratejiyeke bi vî rengî meşandin.

Parçeyê herî mezin jî ji netewe dewlet a Tirk a mêtinger re hiştin. Netewe dewleta Tirk a mêtinger jî xwe spart van peymanên navneteweyî û li ser gelê Kurd nêzî sed salan siyaseta înkar û tunekirinê bi rêk û pêk meşand û ev pêvajo hîn jî bi giranî dewam dike. Yên ku li ber qirkirina Kurdan a sed salî rabûn, îrade û rêxistinî nîşan dan û gihand vê serdemê Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ye.

Bi awayekî korsanwarî radestî dewleta Tirk kirin

Daxwaza DYE’yê ya herî mezin a sedsala 21’an ku sîstema kapitalîst bi rê ve dibe, pêkanîna projeya Rojhilata Navîn a Mezin e. Ji bo xistina meryetê ya vê projeyê asteniya herî mezin a ji bo vê Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurdistanê dît. Ji bo vê xwes di sedsala 21’ê de dîsa Kurdan bê rêxistin, bê nasname û statû weke geleke kole derbas bike. Li ser bingehê projeya Rojhilata Navîn a Mezin, berî destpêkirina mudaxeleyeke ya li dijî Rojhilata Navîn, Rêber Apo bi peymanên qirêj, lihevkirinê de, hiqûqa navneteweyî bin pê kirin, bi awayekî korsanwarî radestî dewleta Tirk a mêtinger-qirker kirin. A bi vê komploya qirêj a navneteweyî kirin hedef; ji bo Kurd di sedsala 21’ê de azad nebin, nebin gelek xwedî vîn û nasname bû. Bi vî awayî di serî de Kurdistan û erdnîngariya Rojhilata Navîn, li ser bingehê berjewendiyên xwe yên mêtinger û kapitalîst, dixwazin ji nû ve dîzayn bikin.

Kurd bûn xwedî têkoşîneke mezin

Rastiya ku li Rojhilata Navîn her tişt, wê bi xwestekên hêzên hegomon pêk neyên, di encama têkoşîna îro ji aliyê gelê Kurd ve tê kirin, bi qasî pêwîst derketiye holê. Di rewşa heyî de, 23 sal li ser komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê re derbas dibe. Li Rojhilata Navîn Şerê Cîhanê yê Sêyemîn li Kurdistanê tê kirin, ev şer hê jî didome. Di nava Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de Kurd bûn xwedî têkoşîneke mezin, di encama têkoşîna kirin de, destkeftiyên mezin bi dest xistin. Kurd îro, berovajî sedsala 20’î bi vîneke entellektuel a polîtîk; bûye gelek ku xwe rêxistin û bisazî kiriye. Li gorî berê ziman, çand, nasname, hêza rêxistina polîtîk a winda kirî, hê zêdetir pêş xisitye. Li ber dewlet-netewên mêtinger-qirker çok nadane, serî natewîne, bi zanabûn, rûmet, azadîxwaziyeke demokratîk bi seknekî têkoşîner derketiye holê.

Çavê xwe ji tecrîdê re digirin

Hêzên hegemon ên navnetewî jî ji bo berjewendiyên xwe çavê xwe ji tecrîdê re digirin. Sazî û rêxistinên mafên mirovan ên wekî Konseya Ewrûpayê, DMME û CPT’î çavên xwe hem ji tecrîda mitleq a Îmraliyê pêktê hem jî ji polîtîkayên neyarê Kurdan a dewleta mêtînger qirker a Tirk re digirin, erka dikeve li ser milan jî pêk naynin û dibin hevkarê sûcên rejima şerê taybet a AKP- MHP’ ya faşîst. Çawa ku her çalakî û aktivîteyên gelê Kurd û dostên me bi hev re dikin, anîna ziman li aliyekê, divê Konseya Ewropa û saziyên Mafê Mirovan û ên girêdayî wê xebat dikin; li dijî tecrîda mutlaq a li Îmralî, pêkanînên qirker ên hikûmeta şerê taybet a rejîma AKP-MHP’ê ya li ser gelê Kurd êdî, bi rola kor, ker û bêziman berdin.

Rola ciwan û jinên Kurd

Ji bo bidawîbûna komployê di têkoşîna salvegera 23’an rol û mîsyona mezin dikeve ser bilê ciwan û jinên Kurd. Li ser vî bingehî divê di serî de bang li ciwan û jinên Kurd, li hemû parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, gelê em yê welatparêz û dostên em yên binirx; bi biryardariya şikandina tecrîda mutlaq û têkbirina komployê, heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, têkoşîna li dorî dirûşma ‘Dem Dema Azadiyê ye’ bilind bike, rêxistin mezin bike, hêza xwe mezin bike, berxwedan û çalakiyan xurt bikin.”

ANF/BEHDÎNAN