Girtiyên PKKʼî û PAJK’î yên li zindanên dewleta Tirk 158 roj in li dijî tecrîdkirina Rêber Apo û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, di greva birçîbûnê de ne, û li ber xwe didin. Dîsa li Mexmûrê di 136 roj û li Yewnenistanê jî 119 roj in çalakî didomin. 

Li girtîgehan her roj hejmara girtiyên nexweş zêde dibe. Li gorî daneyên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD); li girtîgehan 604 jê nexweşên giran bi giştî hezar û 605 girtiyên nexweş li girtîgehan hene. 

Yek ji van girtiyên rewşa wî giran e jî Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî ye û ew li Girtîgeha Amedê Tîpa D tê ragirtin. Ozkan 25 sal in girtî ye û heta îro 5 caran sekteya dil li cem peyda bûye, 4 caran anjiyo bûye. Nexweşînên wek dil, tansiyon, guatra jehrî, helandina hestî, xerabûna gurcik û roviyan, û nexweşiyên din li cem hene. Nikare bi tena serê xwe xwe îdame bike.  

Ozkan di sala 2015’an de li Nexweşxaneya Gazî Yaşargîl a Amedê desteya tenduristiyê tespît dike ku ji sedî 87’ê laşê wî bêfonksiyon dimîne û rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” didinê. Li gel ku gelek caran rewşa wî giran bû jî û rakirin nexweşxaneyan jî nehat berdan. Di sala 2019’an de dîsa Ozkan serî li heman nexweşxenyê û desteya tenduristiyê da û vê carê rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” danê.

MA/AMED