Di demekê de ku deshilata AKP-MHP’ê behsa reforman dike, hevdem avêtina ser gelek malên HDP, KCD û DBP’ê; tevî vê kirin zindanê ya bi hezaran kesî weke rewşeke trajîkomîk hat şirovekirin.

Parlementerê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç anî ziman ku hem li dijî HDP’ê û gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê êrişên tên kirin ên bûne starteke ya polîtîkayên AKP-MHP’ê. Sarisac diyar kir ku li gorî vê siyasetê ya li ser tinekirin û îmhakirinê hatiye avakirin got: “Ev ji bo civakê tine bike û bihelîne hatiye avakirin. Zexta herî mezin di serî de li dijî HDP’ê û hemû beşên muxalîfê tê kirin. Ev jî tê wateya ku HDP bi hilberandina siyaseta xwe ya alternatîf û dîsa bernameya xwe ya paradîgma desthilatê xistiye nava tengasiyên cidî.”
Sarisac bibîr xist ku di demekê de AKP qala reforman dike ji HDP’ê, KCD’ê û DBP’ê gelek kes hatin destgîrkirin û wiha domand: “Zext tenê bi van sînordar nemîne, ev demeke hewl tê dayîn ku rêveberên partiya me yên ciwan birevînin, sîxûriyê lê ferz dikin. Li ser gel zextekî mezin heye, li sînoran mirov tên kuştin. Şeralî Derelî hate kuştin, Ozcan Erbaş bi heman rengî. Servet Tûrgût û Osman Şîban ji helîkopterê avêtin. Li navenda bajarê Colemêrgê polîsê trafîkê ku li gel du ciwanan gotûbêj dikirin, ji lingên wan ew birîndar kirin. Binpêkirinên mafan ên mirovan pir zêde bûne.”

NAVENDA NÛÇEYAN