Dibe ku Tirkiye êriş bike

În 4 Adar 2022 - 03:49

BARIŞ BALSEÇER

 

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal îşaret bi siyaseta dagirker a dewleta Tirk kir û got, ew dikare di bin siya şerê Rûsya-Ukraynayê de êrişên nû bibe ser Rojava û Başûrê Kurdistanê. Remzî Kartal paşê got, “Lê berevajiyê vê, miletê Kurd û hêzên demokrasiyê divê vê pêvajoyêli dijî rejîma AKP-MHP’ê veguherînin derfetekê”.  

Em bi hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal re li şerê Ukrayna-Rûsyayê û tesîrên wê yên li Kurdan û ka çi rê li ber Kurdan hene, peyivîn. Kartal got, peywendiyên cidî yên aborî yên dewleta Tirk bi her du aliyên şer re hene û wiha peyivî:“Tirkiye dibêje, hem Ukrayna û hem jî Rûsya ji bo me girîng in. Em dibînin ku ew hewl dide di navbera Rûsya û NATO’yê, rewşê îdare bike. Ev siyaseta dewleta Tirk a hewldana îdarekirina rewşê, wê bibe sedem ku di warê peywendî û têkiliyên li gel NATO, DYE û Ewrûpayê de zor lê bibe. Nexasim jî di warê aborî de wê tesîra şerê Ukrayna-Rûsyayê li Tirkiyeyê bibe.” 

Divê Kurd hişyar bin

Remzî Kartal got, dibe ku şerê li ser erdên Ukraynayê tesîrê li Kurdistanê jî bike û wiha peyivî: “Berê awirên dinyayê li şerê Rûsya-Ukraynayê ye; Tirkiye dikare ji vê sûdê wergire û êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, herêmên gerîlayan û Başûrê Kurdistanê bike. Lê hem ji ber şert û mercên hewayê û hem jî ji ber ku endamên NATO’yê hemûyan niha pirraniya hêza xwe konsantreyî şerê Rûsya-Ukraynayê kiriye, ev ê zorê li Tirkiyeyê bike.”

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal got, “Rojeva Tirkiyeyê ya sereke ne Ukrayna ye, lê Kurd in” û hişyar kir ku rejîma AKP-MHP´ê ji bo krîza cidî ya siyaseta navxweyî ya rejîmê, krîza cidî ya aborî ji rojeva kedkar û miletan derxe, rojevê biguhere, dibe ku êrişên surprîz bike. 

Pêvajoya têkoşînê ye

Di dewama axaftina xwe de Kartal xwest miletê Kurd û hêzên demokrasiyê vê pêvajoyê weke derfetekê binirxînin: “Lê berevajiyê vê, miletê Kurd û hêzên demokrasiyê divê vê pêvajoyêli dijî rejîma AKP-MHP’ê veguherînin derfetekê.”  

Kartal bi bîr xist ku dînamîkên sereke yên guherînê li Trkiyeyê, Tevgera Azadiya Kurdistanê û pêkhateyên Tifaqa Demokrasiyê ne û xwest ev her du dînamîk jî weke ku hêza sereke ya muxalefetê bin, siyasetê bi pêş bixin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.