Wezareta Karê Hundir a mezintirîn eyaleta Elmanyayê (NRW) diyar kir ku neteweperestên Tirk dibe ku êrişî mirovên muxalifê rejîma Erdogan bikin.
Karê sîxuriyê ku rêxistina îstîxbaratê ya rejîma Erdogan MÎT li Elmanyayê bi salane dimeşîne êdî ji aliyê her kesî ve tê zanîn. MÎT'ê li nava mizgeftan, komeleyan, konsolosxaneyan û şaxên bankayan tevneke sîxuriyê daniye û herî zêde li Eyaleta Nordrehein Westfalen (NRW) xwe bi rêxistin kiriye. Wezareta Karên Hundir a vê eyaletê ev agahî parve kir.
Dema dawî piştî ku li Awûstûrya û Fransayê êrişên komên neteweperest ên Tirk zêde bûn, bal çû ser Elmanyayê ku Kurdistanî û Tirkiyeyên li Ewropayê herî zêde li vî welatî ne.
Endamê Partiya Sosyal Demokrat (SPD) ê Meclîsa Eyaleta NRW'ê Serdar Yuksel hefteya derasbûyî pêşnûme pirsek pêşkêşî rêveberiya eyaletê kiribû.
NAVENDA NÛÇEYAN