Di zilmê de zilmê li Tûglûkê dikin

Pêncşem 14 Tîrmeh 2022 - 21:21

  • Parêzerên Aysel Tuglukê dan zanîn ku saziya tiba Edlî ya dewleta Tirk (ATK) dîsa rapora ‘dikare li girtîgehê bimîne’ daye siyasevana Kurd. 

Parêzerên Aysel Tuglukê dan zanîn ku saziya tiba Edlî ya dewleta Tirk (ATK) dîsa rapora ‘dikare li girtîgehê bimîne’ daye siyasevana Kurd. Wan got, "Raporeke yekalî, bi nakok û seresere ye. Rapor ne li gorî delîlan, dûrî zanistî û objektîfbûnê hatiye amadekirin."

Parêzeran der barê Hevseroka berê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlementera berê ya HDP´ê Aysel Tûglûkê de ya ku di hepsa dewleta Tirk de dîl tê girtin, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Aysel Tugluk gava ku Cihgira hevserokên HDP´ê bû sala 29´ê Kanûna 2016´an hatibû girtin û ji hingê ve li Hepsa Kocaelî ya Kandira ya Tîpa F girtiye.  

Di daxuyaniyê de parêzeran bi bîr xist ku Tûglûk ev demeke dirêj e li girtîgeha ku lê girtî ye bi nexweşiya demansê ketiye û got, "Piştî teşxîs û dermankirina ewilî ya ku di Sibata 2021’ê de ji aliyê Nexweşxaneya Dewletê ya Sekayê ve hat destpêkirin, muayeneyên wê bi navber li Nexweşxaneya Dewletê ya Kocaeliyê û Daîreyên Pispor ên ATK´ê dewam kirin."

Parêzeran destnîşan kir ku ATK'ê berovajiyê raporên komîteyên tenduristiyê û nihêrînên pisporên zanistî, dîsa diyar kirine ku Tûglûk dikare li girtîgehê bi tena serê xwe bimîne û wan got, “Lijneya Pisporiyê ya 3’yan a ATKê xwedî ziman û naverokeke ku nihêrînên yekalî, nakok û serpêhatiyan dihewîne, ne li ser delîlan e, ji zanistî û objektîfbûnê dûr e." 

Parêzeran got, li Dadgeha Destûra Bingehîn a dewleta Tirk (AYM) wan miracaet kiribû, ji bo "daxwaza tedbîrê”, lê li ser mijarê ti biryar nehatiye dayîn.

ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.