• Dewleta Tirk a ku komkujerên bûyera şewitandina otela Madimakê ya li Sêwasê dadgeh nake, êşkence li wan kesan kir ku komkujî bi bîr anîn. Dewleta Tirk lêgerîna tazî û sîxûrî li ser van kesên di nezaretê de ferz kir.

Hêzên dewleta Tirk êriş biribû ser bibîranîna Komkujiya Madimakê ya li Sarigaziya Stembolê û gelek kes kiribûn nezaretê. Dewleta Tirk destê wan ji piştve kelemçe kirin, êşkenceya fizîkî li wan kir, lêgerîna tazî û sîxûrtî li wan ferz kir. 

Pêkhateyên Komîteya Amadekar a Sarigaziyê, têkildarî wan kesên ku dewleta Tirk ew di bibîranîna Komkujiya Madimakê de kirin nezaretê, li avahiya Şaxê Stenbolê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Em têkoşîna li dijî zext, kedxwarî û êşkenceyê mezin dikin” hat hilgirtin. Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Stenbolê Ozgul Sakî, Sekretera Şaxê Stenbolê yê ÎHD’ê û gelek kesên din di dema daxuyaniyê de hazir bûn. 

Li ser navê komîteyê, Devrîm Edepalî got, desthilata AKP’ê xwe bi rêya zext û zordestiyê li ser pêyan digire û wiha dewam kir, “Êrişên desthilatê didomin. Di dema bibîranîna Madimakê de polêsan êriş bi hinceta wêneyê Îbrahîm Kaypakkaya kir. Bi bombeyên gazê û mertalan. Wan bi giştî 6 kes kirin nezaretê û yek ji wan rojnamevan e. Li dijî welatiyên pîr û jinên ketî erdê, bênavber êrişên hovane kirin. Êşkenceya polêsan li qereqolê jî dewam kir. Hevalên me li Qereqola Sarigaziyê ji pişt ve hatin kelemçekirin, berê wan dan dîwar, lêgerîna tazî li ser wan ferz kirin, tundiya psîkolojîk li wan kirin û êrişên ku rûmeta mirovan binpê dikin pêk anîn.” 

 

Gilî dikin

Yek ji kesên di nezafretê de Esra Bîlîcî behsa êşkenceyê kir û got, “Ev tundî hem li qereqolê û hem jî li nexweşxaneyê domiya. Polêsan got, dixwazin lêgerîna tazî bikin û heke ez destûrê nedim jî ew dê bi darê zorê bikin. Min jî got, ez vê qebûl nakim. Lewma dîsa êşkence li min kirin. Bi rastî jî tiştên di dema nezaretê de bi serê me de anîn, tiştên pirr paşverû bûn. Em van qebûl nakin. Em ê giliyê van memûrên êşkencekar bikin.” 

 

Sîxurtî ferz kirin 

Mexdûrekî din jî Diyar Sarikuş bû. Wî jî got, polêsan sîxûrtî li wî ferz kiriye û wiha dewam kir: “Em ê li hemberî ti zextan serî netewînin. Dema li taxê digerim, bêyî ku sedemek hebe, li min digerin û dibêjin; ‘were em bi te re hevdîtinê bikin. Em têkiliyeke dostane çêkin û were serdana qereqolê.’ Xwestin bi vî awayî pêywendiyan bi min re bi pêş bixin.”

Parlamentera Partiya Çep a Kesk (Yeşil Sol Parti) Ozgul Sakî jî got, hewce ye li dijî hewldana tecrîdkirina tevahiya civakê, têkoşîneke mezin û hevpar were kirin. 

MA/STENBOL