RêzeWebînara bi navê “Di Weşangeriya Kurdî de Kovargerî” wê di 17ê Adarê de bi bernameya “Têkiliya Kovara Hawarê bi avakirina nasnameya neteweyî û bi çapemeniyê re” dewam bike.
Di bernameyê de Ronayî Onen bi moderatoriya Serdar Şengulî wê behsa “Têkiliya Kovara Hawarê bi avakirina nasnameya netewî û bi çapemeniyê re” bike. Bername wê saet 19.00´an dest pê bike.
Weqfa Ragihandinê ya IPSyê/bianet, Atolye BIA û Enstîtuya Zanê bi hev re vê bernameyê li dar dixin. Bernameya yekê 3´yê Adarê bi beşdariya Serdar Ayî û moderatoriyâ Adnan Çelîkî dest pê kiribû. Serdar Ayî di bin sernavê “Kovar: Şêweyê têkoşîna wêjeya Kurdî li Tirkiyeyê” de behsa taybetmendî û qonaxên kovarên Kurdî kiribû.
Bernameya diduyê 10´ê Adarê bi beşdariya Tahîr Baykûşak û moderatoriyâ Serhat Bozkûrt çêbû. Tahîr Baykûşî di bin sernavê “Di Dema Meşrûtiyeta Duyem de yekem Kovara Kurdan” de behsa kovara Rojî Kurd kiribû.
Bernameya Sêyem a RêzeWebînarê wê çarşema bê saet di 19.0´an li ser Zoomê û di heman demê de li ser hesabê YouTube-ê yê bianetê were weşandin.
Bernameyê wê bi Kurmancî be.
NAVENDA NÛÇEYAN