UNICEF’ê ji 11’ê vê mehê ve miqdara ava vexwarinê li ser koçberên li kantona Şehbayê dimînin gelek kêm kiriye. UNICEF’ê berê 2 hezar û 400 metrekab av dida kantona Şehbayê, lê niha bi bihaneya ku ew nikare lêçûna wê bide, tenê hezar metrekab dide. Ew yek jî jiyana xelk û koçberên wir pir zehmet dike. 

Têkildarî vê yekê Hevserokê Navçeya Ehrezê Fewzî Silêman got: "Siyaseta ku UNICEF’ê dimeşîne di radeya yekemîn de dikeve xizmeta dagirkeriya Tirk, çeteyên wê û hikumeta Şamê.

Şêniyên Efrînê di malên nîvwêrankirî û kampan de li gel topbarana bê ser û ber a dagirkeriya Tirk û dorpêça hikumeta Şamê dijîn û li ber xwe didin. Ew bi vê yekê armanc dikin ku me careke din koçber bikin û berxwedana me lawaz bikin. Her wiha tiştê UNICEF`ê di destpêka vê mehê de kiriye cihê mixabîniyê ye. Ji ber di demekê de ku germahî zêde dibe UNICEF`a ku îdiaya mirovahiyê dike, miqdara avê kêm kir.

Zêdetirî 4 hezar malbatên li Ehrezê ji şêniyên resen û koçberên Efrînê ne û bi xeteriya kêmbûna avê re rû bi rû mane. Ji ber UNICEF`ê av li ser navçeyê kêm kiriye. Lê şêniyên Efrînê di berxwedana xwe ya li hember van siyasetan de berdewam in.’’

 ANHA/ŞEHBA