Li gelek bajarên Ewrûpayê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan çalakiyên pêngava "Êdî wext e, azadî ji Ocalan re" dewam dikin.
Li paytexta Elmanyayê Berlînê alakgerên TêkoJIN û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) di trênên qelebalix de xelk li ser tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan agahdar kirin. Di alakiyê de flamaya bi wêneyên Ocalan hat hilgrtin û slogana "Freiheit für Ocalan, Frieden in Kurdistan (Azadî ji Ocalan re, aştî li Kurdistanê)" hat gotin.
Li bajarê bakurê Elmanyayê Hamburgê jî çalakgerên TêkoJIN û TCŞ'ê dezgehên agahdarîyê danîn û ji bo ku ji Neteweyên Yekbûyî re bişînin, ji xelkê nameyên doza azadiya Ocalan dan îmzekirin. Di van nameyan de bang li Neteweyên Yekbûyî tê kirin da ku ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan hewl bide.
Li bajarê bakurê Elmanyayê Bremenê, Meclîsa Gel a Bremenê, Meclîsa Jinan a Bremenê, KOMAW Bremenê, Tevgera Jinê ya Bremenê 800 nameyên berhev kirî, bi posteyê ji Sekreteriya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî re şandin.
Li bajarên Elmanyayê Dusseldorf, Stuttgart û Frankfurtê jî çalakiyên konvedanê yên Kurdistaniyan û dostên wan dewam dikin. Sêşema bihurî li Nurnbergê jî çalakiya konvedanê hat destpêkirin.
Kitêbxaneya seyar a Rêber Ocalan jî ya ku ji Saarbruckenê dest bi gera xwe kir, doh li Russelsheim, Wiesbaden û Mainzê bû.
Heta ku rêberê me azad bibe
Li paytexta Fransayê Parîsê û li bajarê başûrê Fransayê Marsîlyayê jî alakiyên konvedanê duemê dest pê kiribû.
Li Marsîlyayê çalakî li meydana Vieux-Port deswam dike. Kurdistaniyên ji bajarên Bordeaux, Montpellier, Marsîlya, Toulouse û Dragounyanê beşdarî çalakiyê dibin.
Endamê TCŞ'ê yê Koordîneya Başûrê Fransayê Hunkar Gultekin dibêje, "Rêberiya me ev 22 sal in li ber tecrîda şidandî radibe, ev ji me re bû roniyek. Em weke ciwanên başûrê Elmanyayê her çalak bûn û em ê çalak bin. Kurd hemû heta Rêber Apo azad bibe di vê çalakiyan bikin."
Sultan Yildiz a ji Bordeauxê 57 salî ye. Ev 20 sal in ew li Ewrûpayê ye û di her çalakiyê de jî cihê xwe digire. Ew dibêje, "weke dayikekê ez serketina li Garê pîroz dikim. Dayikên Kurd divê ji bo azadbûna Rêber Apo rola xwe bi cih bînin. "
Endamê NCDK'ê Doğan Çelik jî dibêje, "Ya ku ev 22 sal in di şexsê rêberiya me de hatiye êsîrkirin, îradeya miletên bindest e, îradeya wan miletan e ku doza azadiyê dikin. Ji ber ku li ber Modernîteya Kapîtalîst, paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk a Rêber Apo heye, tecrîd û êsîriya wî evqasî tê girankirin."
Li cem konê çalakiyê hunermendê kolanê yê Tûnisî Mohamed Alî Ayadî, wêneyên Rêber Ocalan xêz kirin. Me jê pirsî ka ima ew van xêz dike: "Li Tûnisê cîranên me yên Kurd hebûn. Li vir jî cîranên min ên Kurd hene. Ez hez dikim resmên jin û mêrên kal û pîr ên Kurd xêz bikim. Di dirûvê rûyên wan de ez dikarim êşa wan bibînim."
Gava me jê re got, ev resmê Rêber Abdullah Ocalan e, û ev 22 sal in tecrîdkirî ye, wî wêne diyarî da Kerem Solhan ê ku beriya bi du salan di greva birçîbûnê de bû.
FRANKFURT/MARSÎLYA