Di teqînê de 15 kes birîndar bûn

Pêncşem 24 Adar 2022 - 22:27

  • Li Herêma Pîşesaziyê ya Amedê, teqîneke mezin doh çêbû. Li gorî agahiyên destpêkê, 15 kes birîndar bûne.

Li Herêma Pîşesaziyê ya Amedê, teqîneke mezin doh çêbû. Li gorî agahiyên destpêkê, 15 kes birîndar bûne.

Li Herêma Pîşesaziyê ya 3’yan a li ser Rêya Rihayê ya Amedê, li dikana bi navê Dogûş Torna, doh sibehê teqîneke mezin çêbû. Teqîn ji ber tûpê gazê çêbû. Li gorî agahiyan, herî kêm 15 kes birîndar bûne.

Birîndar birin nexweşxaneyên bajêr. Li ser teqînê, lêpirsîn hate destpêkirin.

AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.