Di tecrîdê de rola Tirkiyê gardiyanî ye

Şemî 10 Tebax 2024 - 01:30

  • Endamê Lijneya Dîwanê ya KCDK-E’yê Mûsa Farisogûllari diyar kir di tecrîdê de ya li ser Rêber Ocalan rola Tirkiyê gardîyanî ye, bal bire ser hêza çareseriyê ya paradigmaya Ocalan û got heta ku tecrîd hebe wê li Rojhilata Navîn şer bidome û destnîşan kir çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn paradigmaya Ocalan e.

Tecrîda li Îmraliyê ya li ser Rêber Ocalan wê di 21’ê îlonê de di Mîhrîcana Çandê ya Kurd ku wê li bajarê Frankfurt a Almanyayê bê lidarxistin  were protestokirin. Her wiha di 10’ê cotmehê de wê li gelek navendên cîhanê çalakiyên girseyî bên lidarxistin û heman daxwaz bên kirin.

Rola Tirkiyê di tecrîdê de gardiyanî ye

Endamên Lijneya Dîwanê ya KCDK-E’yê Mûsa Farisogûllari têkildarî tecrîdê û kampanyayê diyar kir ku tecrîd, berhema polîtîkayên navneteweyî ye û wiha got: “Gelê Kurd û dostên wan li dijî vê rewşê li gelek deverên Ewropa û cîhanê li ber xwe didin. Polîtîkaya tecrîda li ser birêz Ocalan ne tenê di bin kontrola Tirkiyeyê de pêş ketin. Tenê rola gardiyantiyê dan dewleta mêtinger a Tirk. Bi destê 52 dewlet û nokerên wan ên herêmî ev komplo hate kirin. Em vê tecrîdê bi giştî dinirxînin û wisa tevdigerin.”  

Berxwedana dijî tecrîdê didome

Bi domdarî Farisogûlari got berxwedana gelê Kurd û dostên wan a li dijî tecrîdê didome û wiha pê de çû: “Li gelek deverên cîhanê çalakiyên xurt hatin lidarxistin û gel berteka xwe nîşan da. Herî dawî jî li ser banga KCDK-E'yê di 5-6-7’ê tebaxê de bi tevlibûna gelek kesan çalakiyên rûniştinê hatin lidarxistin.”

Çareserî paradigmaya Ocalan e

Di berdewamê de Farisogûllari bal kişand ser çalakiyên ku wê di demên pêş de li Ewropayê bên lidarxistin û axaftina xwe wiha qedand: “Em ê li seranserî cîhanê li dijî tecrîdê çalakiyan li dar bixin. Ji ber ku pêşeroj û azadiya gelê Kurd yekser girêdayî birêz Ocalan e. Heta ku tecrîd bidome wê şerê li Rojhilata Navîn jî bidome. Hêzên navneteweyî jî li dijî tecrîdê û tunekirina Kurdan bêdeng dimînin. Çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn, di paradîgmaya birêz Ocalan de veşarî ye. Dewletên modernîteya kapîtalîst hewl didin pêşiya vê paradîgmayê bigirin lewma polîtîkaya tecrîdê didomînin. Lê em dibînin ku tu hêz dê nekarin pêşî li vê fikrê bigirin. Ji ber ku em dibînin ku li seranserî cîhanê eleqeya ji bo fikrên birêz Ocalan zêde dibin.” 

MA/DELAL AKYUZ/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.