Di sînameyê de rola deng

Nûçeyên Çand/Huner

În 12 Tîrmeh 2024 - 00:28

  • Hunermend Îdrîs Ebdî têkildarî bandorên deng û girîngiya deng weke hêmayeke sereke di sînemayê de, hûrgiliyên karê deng tîne ziman û dibêje “Di sînemayê de yek ji erkên deng ew e ku erdnîgariyê pênase dike. Karekî din yê deng nîşankirina serdemên dîrokî ye, pir caran ne mimkûn e ku dîmenek dîrokî bi wêneyan were dubare kirin.”

BIRWA ESED / ROJNEWS

Çawa ku guhên mirovan her roj gelek cûrên dengên xwezayê, zindiyan, makîneyan dibihîsin û wan dengan di hişê xwe de vedihewînin. Dibe ku hin mirov çavkaniya hinek dengdan nebînin. Lê divê ew deng nas bike, yan jî deng ne jêdereke diyare û guhdar jî nizane ew çi ye.

Bi heman awayî, di filman de, karê deng beşek girînge, carnan hewce dike ku komek bi hev re di bin çavdêriya kesê karê deng dike de, ji bo ku karek hunerî ku temamkerê dîmenane, bixebitin.

Îdrîs Ebdî tevî ku çend kurtefîlm û belgefîlm nivîsiye û derhêneriya wan kiriye jî lê dîsa jî bi navê Îdrîsê Denghilgir tê naskirin. Ji ber ku ew bi baldarî li ser hunera xwe dixebite, ku karê wî yê sereke di fîlman de, tomarkirina deng û dîzaynkirina dengan e.

Hunermendê deng Idrîs Ebdî di sala 2003’yan de dest bi karê xwe yê sînemayê kir û ji wê demê ve li ser deng dixebite. Di warê montajê de jî lîsansa bilind wergirtiye. Ji ber ku deng beşek bingehîn ya montajê ye, ew biryar dide ku li ser deng bixebite.

Di sînameyê de estetîka deng girîng e

Endezyarê dengê sînemayê Îdrîs Ebdî di pênaseya xwe ya dengê sînemayê de wiha got: “Deng yek ji hêmanên fonksiyonel yên sereke ye di sînemayê de, ne tişteke ku mirov bêje zêde ye an jî tenê kozmetîkî ye. Estetîka deng pir girîng e. Deng di sînemayê de ne tenê dengên çandî ye ku em her roj di jiyana rojane de dibihîzin. Di gelek fîlmên navneteweyî de, mixabin di fîlmên Kurdî de kêm e. Em ji bo mebestên cihê dengan dibînin an dibihîzin. Tiştê ku min bala xwe dayê ew e ku kêm derhêner xwedî nêrînên wiha ne. Tevî ku deng temamkerê dîmene jî lê ew bi piranî zêdetir girîngiyê didin dîmen. Deng dikare li gel dîmen armancên derhêner pêş bixe.”

Fonksiyona deng diyarkirina erdnîgariyê ye

Îdrîs Ebdî bal kişand ser girîngiya deng û temamkeriya wî ya li ser dîmenan û wiha got: “Carnan di wêneyê de, erdnîgarî ne diyar e, ku fonksiyona deng erdnîgariyê diyar dike, ku ev cîh nivîsgehek an termînalek an balafirgehek an cîhek din e. Di sînemayê de yek ji erkên dengbêjiyê ew e ku erdnîgariyê diyar dike. Karekî din ê dengbêjiyê nîşankirina serdemên dîrokî ye. Pir caran ne mimkûn e ku dîmenek dîrokî di wêneyan de were dubare kirin. Karekî din ê dengbêjiyê xistina dengan e. Bi deng, em dikarin hestan hê bêtir berbiçav bibînin. Karekî din ê dengbêjiyê bi dîtina min ew e ku di dengên çandî an jî dengên xwestî yên ji bo dîmenê de guhertinan çêbike.

Di fîlmên Kurdî de deng

Idrîs Ebdî di dewama axaftina xwe de behsa karê dengê di filmên Kurdî de kir û wiha got: “Girînge sînemagerên Kurd haydar bin ku çi deng dikare xizmeta wan bike. Divê sêwiranerên deng jî zanibin ku fonksiyona deng ne tenê vegotina çîrokê ye. Em hîn di warê estetîka deng de kûr nebûne ku em dikarin bi deng guhertinan biafirînin, da ku hişê wergir li ser wan dengan bifikire. Gelek ji van fîlman di van salên dawî de li Başûrê Kurdistanê hatine çêkirin. Ez dikarim bi eşkereyî ji dizaynerên van dengan re bibêjim ku ew karê qonaxa destpêkê yê deng e, bi taybetî di dûr û nêzîkbûna deng de, karê herî bingehînin. Divê di forma ketwarê de be, ji ber ku hin deng hene ku nêzîkî guhên me ne, em wan bilindtir dibihîsîn, û ew dengên dûr jî em wan kêmtir dibihîsîn.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.