Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê got, "Em bang li gelê xwe dikin ku tevlî CENSUS (Serjimara giştî) bibe ku wê 21'ê Adarê bi dawî bibe."
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Gelekî girîng e ku gelê Kurd ê li Brîtanyayê tevlî sermijartina giştî bibe, li beşê aîdiyeta etnîk Kurd binivîsînin ku ev yek ji bo danasîna nasnameya me gelekî girîng û bi wate ye."
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ev yek di heman demê de parçeyek ji têkoşîna wan a bi salan e û hate gotin, "Ev helwêst wê bibe çalakiya ragihandina îradeya me. Li aliyekî din wê bibe nîşaneyeke xurt a destnîşankirina îradeya me li qadên siyasî, aborî, civakî, sazûmanî."
LONDON