Sendîkaya Nivîskarên Îranê ragihand ku rejîma Îranê 11 sal cezayê hepsê li endamê wan Areş Gencî biriye ji ber ku wî pirtûka “Mifteyeke piçûk deriyekî mezin” wergerandibû. 
Sendîkaya Nivîskarên Îranê bi daxuyaniyekê got, ji ber ku pirtûkeke derbarê bûyerên girîng ên li deverê û Rojavayê Kurdistanê wergerandine, Sekreterê Sendîkaya Nivîskarên Îranê, Areş Gencî bi sûcê “li dijî komara Îslamî ya Îranê propaganda kiriye” û “Endamtiya partiyeke muxalif” tohmetbar kiriye.

Sendîkayê li ser malpera xwe dîmenekî Gencî yê li ber girîgeha Êvînê parve kir. Gencî li wir dibêje, “Va ye ez diçim, lê nizanim ka ev trajedî ye yan komedî ye. Sibehê zû fêr bûm ku îro roja 1’ê Mijdarê, Roja Kobanê ya Cîhanî ye, roja binketina DAÎŞ’ê ye. Ji min re komîk tê ku di salvegera wê serketina mezin de ez dikevim zindanê û trajedî ye ku divê bi şewqekî bê dawî ya di dilê xwe yê piçûk de dest bi pêvajoya hepsê bikim.”

Li gorî agahiyên Nasir Zerefşan, parêzerê Gencî, hikmê giran tenê ji ber wergerandina kitêba “Mifteyeke piçûk deriyekî mezin” li Gencî hatiye birrîn.
Hêjayê bibîr xistinê ye ku du sal ji beriya niha hêzên rejîma Îranê Areş Gencî girtibûn, û piştî 4 hefteyan bi danîna 450 milyon Tûmen kefaletê, ji hepsa Êvînê berdabûn.

TEHRAN