Di salekê de 582 kes hatin bidarvekirin
Şemî 25 Adar 2023 - 01:09
EVÎN MISTEFAZADE/KURDPA
Li gorî agahiyên Navenda Îstatîstîkê ya Saziya Mafên Mirovan a Kurdpayê, di nava sala 2022’an de bidarvekirin li gorî sala 2021’an ji sedî 64 zêde bûye. Ango li seranserî Îranê bidarvekirina girtiyên siyasî 5 qat zêde bûne.
Li gorî agahiyên Navendê di sala 2021’an de 2 girtiyên siyasî hatibûn bidarvkirin.
Bidarvekirina girtiyên siyasî yên Kurd jî 4 qat zêde bûye. Bidarvekirina girtiyên edlî yên Beluc û Kurd jî 2 qat zêde bûye.
Di sala 2022’an de 582 kes ji aliyê rejîma Îranê ve hatine bidarvkirin.
Li gorî vê daneyê ji van kesan 164 Belûc, 62 Kurd, 13 Afganî, 1 Tirk, 1 Tirkmen û 1 jî Pakistanî ne.
3 zarok û 12 jin hatin bidarvekirin
Ji 2 kesên ku hatine bidarvekirin zarokên bi navê Omîd Elîzade yê Belûcî û Yûsif Mîrzawend in.Herwiha hate ragihandin ku Mêhrab Salihî yê ku li girtîgeha Yezdê hatibû bidarvekirin jî zarok bûye.
Tê ragihandin ku di nava kesên hatine bidarvekirin de 12 jin jî hene.
Herwiha 68 Kurd li herêmên Rojhilatê Kurdistanê hatine bidarvekirin, lê ji van agahiyên 62 kesan hatine piştrastkirin. Di demên dawî de jî li girtîgeha Urmiyê 5 kes û kesek jî li girtîgeha Kirmanşanê hatine bidarvekirin.
Dema raperînê 7 kes bidarvekirin
Hêjayî gotinê ye ku piştî destpêkirina raperîna ‘Jin jiyan azadî’ 7 girtiyên siyasî hatine bidarvekirin. Ev yek nîşan dide ku rejîma Îranê bidarvekirinê weke amûreke çewisandina raperînê û çavtirsandina civakê bikar tîne.
Mohsin Şikarî, Mecîdriza Rehnewerd, Mihemedmehdî Keremî û Mihemed Husêynî ji ber tevlîbûna xwepêşandanên “Jin jiyan azadî” hatin bidarvekirin û girtiyên din ên ku beriya niha bi cezayê îdamê hatibûn mehkûmkirin, di heyama piştî çalakiyan de hatin bidarvekirin. Ji ber sûcên siyasî di nava salekê de 10 mirov li Îranê hatin bidarvekirin.
Li 59 girtîgehan bidarvekirin
Di sala 2022’an de rejîma Îranê li 59 girtîgehan biryara bidarvekirinê dane. Zêdetirî 60 bidarvekirinan li girtîgehên Zahidan û Şîrazê, li girtîgeha Kerec 50 û li girtîgeha Recayî Şehr jî 46 biryarên bidarvekirinê hatine dayîn.
Li girtîgehên Erak, Urmiye û Îsfehanê jî gelek biryarên bidarvekirinê hatine dayîn.