Di salekê de 4 caran girtin

În 1 Îlon 2023 - 00:11

Rojnamevan Nazîla Maroofîan a ku di Îlona 2022’an de ji ber ku bi bavê Jîna Amînî re roportaj kiribû hatibû girtin, ji ber ku li dijî serînixumandinê derket, cara çaran hate girtin.

Li gorî nûçeya Îran Wîreyê ya ku wan jî xwe spartine cîranên Maroofîan, hêzên rejîmê tundî li rojnamevana jin Nazîla Maroofîan  kirine û ew kirine binçavan. Maroofîan herî dawî di 16’ê Tebaxê de hatibû berdan. Agahî nehate stendin ku Maroofîan çima hatiye girtin û ew birine ku derê.

Maroofîan her dema ku ji girtîgehê derket, wêneyekî servekirî diweşand û li dijî polîtikayên rejîma Îranê serî hildida.

Li gorî texmînan ji ber ku Nazîla Maroofîan nerazîbûn nîşanî binçavkirina hunermend Mehdî Yarahî daye û li ber Girtîgeha Evînê wêneyekî xwe yê servekirî belav kiriye, hatiye binçavkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.