Di rojeva wan de nîne!

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 15 Hezîran 2023 - 01:47

Piştî ku Erdogan di hilbijartinên serokkomariyê de bi ser ket, li Elmanyayê komên alîgirê AKP-MHP'ê xwepêşandan lidar xistibûn. Piştî van xwepêşandanan ku dem bi dem bûyerên tundiyê qewimîn, Parlamentera Partiya Çep Clara Bunger mijar xist rojeva Meclîsa Federal. Ji bo Hikumeta Federal a bi serokwezîrtiya Olaf Scholz bersivê bide, pêşnûme pirsek pêşkêş kir. Bunger diyar kir ku komên faşîst ên Tirk gefê li Kurdan, hindikahiyên li Tirkiyeyê û muxalîfên rejîma Erdogan ên li Elmanyayê dixwin û pirsê, bê mîna li Fransayê wê bêne qedexekirin an na.

Bi navê hikumetê, Wezareta Karên Hundir di 7'ê Hezîranê de bersiv da pêşnûme pirsa Bunger û îdîa kir ku li ser ewlekariya jiyanê ya Kurd û muxalîfên Tirk ên li Elmanyayê gefek nîne. Wezaretê her wiha îdîa kir ku yekîneyên ewlekariyê ti carî çavê xwe ji tundrewiyê negirtine. Wezareta Karên Hundir diyar kir ku kesên tevlî sûcên bi vî rengî bibin wê di çarçoveya pîvana hiqûqê de bêne cezakirin û ragihand ku her çend hin bûyer qewimî bin jî ragihandina qedexeyeke ku parlamenter Bunger anî ziman di rojeva wan de nîne.

 

'Divê hîn çi bibe’?

Parlamentera Partiya Çep Clara Bunger nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Wezareta Karên Hundir da û diyar kir, nayê qebûlkirin ku hikumet li gel bûyerên tundiyê jî qedexekirina komên neteweperest ên tund ên alîgirê Erdogan nexistiye rojeva xwe. Bunger anî ziman, hikumet ji bo Erdogan hêrs û aciz neke biryara parastina Kurdan û muxalîfan wernegirtiye û got, "Ez vê pirsê ji xwe re dikim; ji bo 'Ulkucu' neteweperestên tund bêne qedexekirin gelo divê hîn çi bibe? 'Ulkucu' li Elmanyayê hîn jî koma herî mezin a rastgiriya tund e û bi qasî Neonaziyan xetere ye."

Parlamentera Partiya Çep Bunger ragihand ku li gel gefên li ser Kurdan, Ermenan û komên din ên çep û muxalîf, li gel gefa li ser ewlekariya jiyanê ya van koman li şûna ku komên neteweperest ên Tirk bêne qedexekirin, Tevgera Azadiyê ya Kurd tê krîmînalîzekirin û destnîşan kir ku ew vê yekê qebûl nakin. Bunger wergirtina siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz ji Qibrisê û darizandina li dadgehên Elman bi bîr xist û got, "Anîn û darizandina Ayaz li Elmanyayê nîşan dide ku di xizmeta Erdogan de ne."

BERLÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.