Di rojekê de 400 îmze

Nûçeyên Dîaspora

Yekşem 21 Tebax 2022 - 21:27

  • Li bajarê Swîsreyê St. Gallenê ji bo PKK ji lîsteya "rêxistinên terorê" bê derxistin bi hezaran îmze hatin komkirin.

Li bajarê Swîsreyê St. Gallenê ji bo PKK ji lîsteya "rêxistinên terorê" bê derxistin bi hezaran îmze hatin komkirin.

Li Swîsreyê ji bo PKK ji lîsteya ‘rêxistinên terorê’ bê derxistin di 3'ê Çile de kampanyaya îmzeyan hatibû destpêkirin. Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsreyê (CDK-S) û Meclîsên Jinan û rêxistinên Ciwanên Kurd Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Têko-JINê heta niha li dehan bajaran îmze kom kirine.

Yek ji bajarên ku kampanya lê dewam dike, St. Gallen e ku armanca xwe kir berhevkirina 10,000 îmzeyan. 

Hevserokê CDK-S'ê Kenan Can got, ew gihiştine ji sedî 50'ê hedefa xwe: "Berî her tiştî me belavok belav kir û bi diyalogên yek bi yek me rastiya PKK’ê ku tevgereke gel e, ji gelê Swîsreyê re me vegot. Carinan tenê dihatin dezgehê û dixwestin bi xwe îmzeyê bidin.”

Can anî ziman, ku tevî şiliyê jî roja Şemiyê di nava 3 saetan de wan zêdetirî 400 îmzeyî kom kiriye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo ku em bigihêjin hedefa xwe, em ê di rojên pêş de xebatên kampanyayê zêde bikin. Dîsa di vê çarçoveyê de dema ku dezgehan em datînin, em ê di heman demê bi serdanên malbatan, xebatên xwe yên ji bo bidawîkirina kampanyayê bidomînin."

ANF/ST. GALLEN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.