Di roja 5´an de derbeke din li DAIŞ´ê ket

Duşem 29 Tebax 2022 - 21:15

  • Qonaxa duyemîn a Pêngava "Mirovî û Ewlehiyê" ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li Kampa Holê, bi piştgiriya YPG/ YPJ, QSD`ê kete roja 5`an.

Di roja 5`an a Pêngava "Mirovî û Ewlehiyê" li Kampa Holê de, doh Hêzên Ewlekariya Hundirîn belge, pereyên DAIŞ`ê û gelek telefon û kompûturên veşartî, dîtin. Her wiha gelek kesên bi guman jî hatin girtin.

Qonaxa duyemîn a Pêngava "Mirovî û Ewlehiyê" ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li Kampa Holê, bi piştgiriya YPG/ YPJ, QSD`ê kete roja 5`an.

Pêngav doh saet 05.00`ê berbangê li beşê duyemîn ê taybet bi penaberên Iraqî dewam kir. Ji bo operasyonên paqijkirin û lêgerînê pêk bînin, erebeyên zirxî ketin beşê duyemîn û xebatên lêgerînê dest pê kirin. Piştî xebatên lêgerînê, penaber û malbatên çeteyên DAIŞ`ê ji bo wergirtina sicîlan hatin komkirin.

Gelek kon hatin rakirin

Di encama lêgerînê de gelek belge û pereyên DAIŞ`ê yên di bin konan de veşartî, hatin dîtin. Her wiha gelek telefon, xetên telefonê yên Iraqî û kompûter ku bi heman awayî hatibûn veşartin, hatin dîtin. Her wiha çend kesên bi guman ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatin girtin û ketin ber lêpirsînê.

Hêzên cihên xwe di pêngavê de digirin gelek konên vala jî rakirin.

Doh xebatên lêgerînê li beşê duyemîn bi dawî bûn û li beşê sêyemîn ê ku er wiha penaberên Iraqî tê de ne, dewam kir.

Bîlançoya roja 5´an

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bîlançoya roja 5`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê eşkere kir û got, wan 12 kesên biguman girtine û 37 konên ku çeteyan ji bo belavkirina fikrên tundraw bi kar dianîn, rakirine.

Navenda Ragihandinê ya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da û got, "Hêzên me operasyonên paqijkirin û lêgerînê li beşa duyemîn bi dawî kirin. Her wiha 12 kesên biguman girtin ku 5 ji wan li xwe mikur hatin ku girêdayî DAIŞ`ê ne. Lêpirsîna bi kesên din re dewam dike.

Her wiha 37 konên ku çeteyên DAIŞ`ê wekî cihên perwerdeyê û dadgehên şerî yên êşkence û kuştinê bi kar dianîn, hatin rakirin."

ANHA/HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.