Di Remezanê de lîstikên Kurdî

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 18 Nîsan 2022 - 22:03

  • Vedana kon, stran û lawik gotin, lîstika kumik ji çalakiyên şevên Remezanê yên welatiyên Hewlêrê ne.

Vedana kon, stran û lawik gotin, lîstika kumik ji çalakiyên şevên Remezanê yên welatiyên Hewlêrê ne. Pîr, ciwan û zarok şevên Remezanê li Parka Şanedar kom dibin û di bin kon de bi lîstikên Kurdî yên kevn dilîzin.

Lîstika kum yan jî lîstika gustîlkê, lîstikeke kevn a Kurdî ye, bi taybetî di şevên dirêj ên zivistanê de tê lîstin. Li Hewlêrê dewreyeke lîstika kum (yarî klaw) hatiye destpêkirin û wê heta dawiya meha Remezanê dewam bike.

Navenda Heyranbêjên Hewlêrê dewre vekiriye û 64 tîm tevlî bûne. Her şeva Remezanê ciwan û welatî di bin kon de kom dibin û bi guhdarîkirina heyranok û stranên foklorî yên Kurdî bi lîstika kum dilîzin.

Rêveberê vê çalakiya çandî, Rênas Tahîr got: “Ev du sal in, wiha her şeva Remezanê, saet ji 21.00’ê heta saet 24.00’an lîstika kum heye. Bi gotina heyranok û lawikan em şeva xwe derbas dikin.”

Ji bo zindîkirna folklora Kurdî

Armanca organîzekirina vê lîstikê, zindîhiştina lîstikên kevn ên foklorî yên Kurdî ne ku şevên dirêj ên zivistanê dihatin lîstin. Li gel jî heyranok û lawikên Kurdî dihatin gotin. Rênas dibêje, “Bi şev kesên ji temenên cuda li vir kom dibin û ji teknolojiyê û torên medyaya dîjîtal dûr dikevin.”

Yek ji welatiyên tevlî şevê dibe û şarezayê lîstika kum e, Aram Behar e. Ew dibêje, “Ji bo me cihê dilxweşiyê ye ku lîstikeke kevn a kurdewarî zindî bihêlin. Her şev gelek ciwan û kesên din berê xwe didin vê lîstikê.”

Lîstika kum li her çar parçeyên Kurdistanê bi awayê cuda tê lîstin. Lîstik ji 9 kuman pêk tê. Di nava yekî ji kuman de gustîlkek tê veşartin.

Du tîm li hemberî hev dilîzin. Her tîm ji 3 heta 8 lîstikvanan pêk tê. Lîstik çend saetan dewam dike. Ji tîman kîjan berê 100 pileyan bi dest bixe, dibe yekemîn. 

ROJNEWS/HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.