Siyaseta bîrçîkirinê bikar tînin!

Duşem 10 Adar 2025 - 15:00

  • Welatiyên Helebceyê ragihandin ku hikûmet di meha Remezanê de jî siyaseta birçîkirinê li beramberî welatiyan bikartîne, bazar rawestaye û xelk di nava bê mûçe û bê peretiyê de diqîrin.

Em di meha Remezanê de ne û hemû misilmanên cîhanê bi rojî ne. Lê li Herêma Kurdistanê ji ber rewşa nebaş a jiyana welatiyan di vê mehê de xelk ne kêfxweşin. Sedema wê jî bi siyseta şaş ya hikûmeta dem borî ya Herêma Kurdistanê ve girê didin. Welatiyên Helebceyê têkildarî mijarê axivîn.

Feryad Mistefa li ser mijarê got: “Xelk bi giştî bê pere ne û bazar jî bi giştî kêm bûye. Xelk ji vê bê mûçeyiyê ne rehetin. Em dixwazin di meha Remezanê de pirsgirêkên welatiyan bi dawî bibe. Xelk tenê bazarê tenê qerebalixe, piraniya wan bê pere ne û tiştek nakirin, tenê ji bo derbaskirina demê tên. Ez bi xwe karê nanpêjê dikim. Rojane saet 6’ê sibehê heta êvarî kar dikim 14 hezar werdigirim. Mecburin kar bikin.”

Nikarin pêdiviyên rojane bikarbînin

Welatiyek din ê Helebceyê Mihemed Kerîm ku di bazara Helebceyê de kar dike diyar kir ku xelk ewqas bê pere û mûçene ku nizanin kengê remezane û çawa tê û got: “Bazar û kar bi tevah ji holê rabûne. Ji ber ku nikarin pêdiviyên xwe yên rojane bikirin, bi dilxweşî pêşwazî li Remezanê jî nakin. Ger rewşa mûçeyan wiha berdewam bike, yek car wê êdî xelk nikaribin pêdiviyên xwe yên rojane jî bikirin.”

Xelk xema kesî nîne

Mihemed Kerîm da zanîn ku ger gelek kar bê kirin, dahata rojane digihije 10 hezarî û wiha pê de çû: “Xelk ji ber nebûna pereyan tiştekê nakire. Hikûmetekî me ya ku bikeve xema pirsgirêkên xelkê xwe nîne. Rayedar bi xwe ji welatiyan dixwazin ku ji her tiştê girêdayî olê dûr bikevin, bi taybetî meha Remezanê ji bo wan ne girîng be. Ev jî cureyekî siyaseta birçîkirina xelkê ye, da ku xelk mijûl bibin û li ser hikûmetê nefikirin.” ROJNEWS/HELEBCE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.