- Deniz Işiklar ê li bajarê Fransayê Rennesê, hîna di 28 saliya xwe de ji ber qezaya li ser kar, wefat kir.
Deniz Işiklar ê li bajarê Fransayê Rennesê, hîna di 28 saliya xwe de ji ber qezaya li ser kar, wefat kir.
Deniz Işiklar tevî malbata xwe ji gundê Karapinarê yê navçeya Gimgim a Mûşê koçî Rennesê kiribû û li înşaetê dixebitî. Işiklar doh danê sibehê li bajarê St. Maloyê tevî birayê xwe li înşaetê dixebitî. Lê belê ji ber hilweşîna blokeke înşaetê, jiyana xwe ji dest da.
Piştî ku mirovên li derdorê agahî dan arkujiyê, tîmên arkujiyê cenazeyê Denîz ji binê bloka înşaetê derxist. Birayê Denîz Yûnûs ji ber şoqa bûyerê rakirin nexweşxaneyê.
Deniz Işiklar ê wefat kir, haziriyên daweta xwe dikirin. Pêr bi şev, şeva hineyê bû û wê dawiya hefteyê daweta xwe çêkira.
Mirina Deniz Kurdên li Rennesê gelekî êşandin. Bi hezaran kes ji ber vê yekê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li Rennesê kom bûn.
Cenazeyê Işiklar wê roja Sêşemê bişînin Mûşê.
ANF/RENNES