Di parastina Zê û Avaşînê de şehîd bûn
Sêşem 10 Gulan 2022 - 22:42
- Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê da zanîn ku li Zê (Zap) û Avaşînê 4 gerîla şehîd bûne.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê da zanîn ku li Zê (Zap) û Avaşînê 4 gerîla şehîd bûne. Wê ji bo wan got, "Em ê ala têkoşînê ya hevrêyên xwe Rêber, Armanc, Botan û Çiya bilindtir bikin.”
HPG'ê beriya eşkerekirina nasnameya şehîdan, got, "Ewladên herî bijarte yên gelê me, milîtanên fedayî yên partiya me hevrêyên me Rêber, Armanc, Botan û Çiya şehîd bûn. Hevrêyên me yên milîtan û fedayî ku her yek ji wan weke fedayiyekî ber bi şerê azadiyê ve meşiyan û bi tevlibûna xwe, xeta fedayîtiyê û têkoşîna me mezin kir, li dijî êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a mêtinger a li dijê Zê (Zapê) bi rengekî çalak şer kirin. Weke fedayî û fermandaran bûn mînak û wiha şer kirin, û bi lehengî şehîd bûn. Em ê hevrêyên xwe Rêber, Armanc, Botan û Çiya ji xwe re bikin mînak, ala wan a têkoşînê bilindtir bikin û bi serketinê tacîdar bikin.”
HPG´ê ser saxî ji malbatên şehîdan û miletê Kurd re jî xwest.
HPG´ê nasnameya şehîdan wiha eşkere kir:
- Rêber Andok (Veysel Dîrî) yê li Amedê ji dayik bûye, kurê Munevver û Şehmûs, Nîsana 2022´yan li Avaşînê şehîd bû.
- Armanc Kurdo (Baran Doymaz) ê li Semsûrê ji dayik bûye, kurê Fatma û Şeyho, Nîsana 2022´yan li Avaşînê şehîd bû.
- Botan Amed (Ahmet Yener) ê li Amedê ji dayik bûye, kurê Netîce û Garîp, Gulana 2022´yan li Zê şehîd bû.
- Çiya Garzan (Saît Gencer) ê li Stenbolê ji dayik bûye, kurê Cemîle û Abdulhadî, Gulana 2022´yan li Zê şehîd bû.
BEHDÎNAN