Di navbera Tirkiye û Iraqê de peyman

Şemî 10 Gulan 2025 - 02:35

Di navbera dewleta Tirk a dagirker û Iraqê de 10 peymanên di warên weke pîşesazî, dadwerî, parastin, perwerde û rahênana leşkerî hat îmzekirin.

Di çarçoveya serdaneke fermî de Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî çû paytext Enqereyê û bi Serokomarê dewleta Tirk a dagirker ê AKP’yî Receb Tayyîb Erdogan re civiya. Di hevdîtinê de, di navbera Sûdanî û Erdogan de 10 peymanên di warên weke pîşesazî, parastin, dadwerî, perwerde û rahênana leşkerî hat îmzekirin.

Peyman wiha ne;

1-Peymana alîkarîkirina di warên pîşesaziya parastinê û danûstandina pisporiyê.

2-Peymana li ser prosedûrên standard yên xebitandinê ji bo vegera dilxwazî ​​ya welatiyên Iraqî ji Tirkiyeyê.

3-Peymana alîkariya di warên dadweriyê de.

4-Peymana alîkariya têkoşîna li dijî bazirganiya qaçax ya madeyên hişbir

5-Protokola alîkariyê ya têkildarî vekirina kampûsên zanîngehên Tirkiyeyê li Bexda û Besrayê

6-Peymana di warê rêveberiya rewşên awarte û karesatan de.

7- Peymana ji bo hevkariya di warên têkiliyên giştî yên dîjîtal de.

8- Peymana di warê çalakiyên pîvandin û qasîdananê de.

9-Du peymanên di warên alîkariya perwerdeyê bo Wezareta Karên Hindirîn.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.