Wênegirê rojnamevan, Sebastian Meyer sala 2008´an çû Başûrê Kurdistanê û hingê saxfilitiyên ji Enfalê bi wêneyên xwe belge kirin. Piştî vê wî projeyeke din amade kir û ji bo vê projeyê bilêteke çûna Başûrê Kurdistanê birrî, bêyî ku bilêta vegerê bibirre. Encama vê projeya duyem kitêba bi navê “Under Every Yard of Sky (Di bin her metroya ezmanî de)” ye. Ew bi xwe ji vê kitîbê re dibêje, “qismî wênegiriya belgeyî, qismî rojnamevanî û qismî jî bibîranîn” e. Ew her wiha wêneyên sala 2008´an û yên 2017´an wî girtine jî tîne cem hev.
Pêncşema bihurî li Vermont Center for Photography ya ne dûrî bajarê Kanadayê Montrealê, li Vermonta Başûr wî kitêba xwe da nasîn.
Niha Sebastian Meyer ê îro li Pioneer Valley of Massachusetts dimîne û wênegirê rojnamevaniyê Kameran Necm ê ji Başûrê Kurdistanê re ajanseke wênegiriyê damezrandiye ji bo ku edîtorên rojavayî û wênegirên Iraqê bigihîne hev.
Meyer dibêje, “Min biryar da ku ez jiyana rojane ya li Kurdistanê belge bikim, ji ber ku ew helekî tevlîhev e û pirr kêm mirov lê serwext bûne.”
Ji bo fêmkirina wêneyên xwe jî ew dibêje, “Yek ji şaştêgihiştinên li ser Başûrê Kurdistanê ew e ku gelekî xizan be û şerî ew wêran kiribe. Ev ji bo salên 1990´î * destpêka salên 2000´î rast bû. Lê ji salên 2010´an û pê ve, bi milyonan û belkî bi milyaran dolar her herikîn herêmê. Şirketên Ewrûpî, Awustralyayî, Emerîkî û Rûsî li petrolê digeriyan. Sîteyên dorgirtî yên nû weke giya li her derî didan der. Û Mallên dêw ên ku li wan markeyên weke Oreos, Kraft, û Fanta hebûn, li her derî hatin avakirin”.
MONTREAL