Di nava YNK´ê de çi diqewime

Şemî 10 Tîrmeh 2021 - 02:03

Rojnamevan Renwar Necm, li ser rewşa dawî ya di nava YNK´ê de kite bi kite agahî di ser hesabên xwe yên li ser înternetê belav kirin. 

Li gorî vê piştî ku Hevserokê YNK´ê Bafil Talabanî bi piştgiriya PDK´ê û hin aliyên eskerî yên YNK´ê hewl daye ku desthilata YNK´ê û Silêmaniyê bi tevahî bi dest xwe ve bîne. Heger wî ya xwe bibirana serî, hingê îhtîmal hebû ku hevserokê din Lahur Şêxcengî Talabanî kontrola xwe ya li ser hêzên dij terorê û îstîxbarata YNK´ê Zanyariyê ji dest bidana.

Ji bo navbeynkariya aliyan serokkomarê Iraqqê Berhem Salih jî tavilê bi du helîkopteran çû Silêmaniyê. Rewşa di nav YNK´ê de hinekî guhertiye û li gorî îdîayan niha berevajî kongreya 4´an pirraniya YNK´ê destekê dide Bafil û Qubat Talabanî. Desteka ji bo pismamê wan Lahur Talabanî kêm bûye. 

Piştî ku par Bafil Talabanî û Lahur Talabanî, herdu bûn hevserokên YNK´ê Bafil dibû berpirsiyarê karûbarên malî û Lahur jî yên ewlekariyê.

Pêr bi şev Bafil berpirsên Zanyarî û dijeterorê yên ser bi Lahur ve dan girtin û hîna nû doh gava ew berdan rewşa xirab, aram bû. 
Li gorî hin agahiyan jî ji bilî Berhem Salih Îraniyan û Emerîkiyan jî hewl daye navbeykariyê bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.