Di nava agir de coşa hilbijartinan

Duşem 29 Nîsan 2024 - 00:35

ROJ DENÎZ-DERYA EFRÎN / ANF / ŞEHBA

Li Kantona Efrîn û Şehba hilbijartinên jin ji bo namzetên şaredariyê dest pê kir. Hejmara jinên ku navên xwe ji bo namzetên hilbijartinan dane li ser asta Kantona Efrîn û Şehba 39 namzetin. Li kêleka van sindoqên dengdayînê li ser asta 20 gund û navçeyên kantona Efrîn û Şehba hatine belav kirin û jinên Efrîn û Şehba careke din mohra xwe li kêliyên dîrokî didin. 

Elîf Şêx Mihemed, yek ji jinên ku li navçeya Til Rifat navê xwe ji bo hilbijartinan daye wiha got:’’Di van rojên dîrokî de û di sedsala neteweya demokratîk de ku bi rêya van hilbijartinan dibe bersivek li hember dagirkeriyê, ev qonaxa yekemîn ji hilbijartinên hevşaredariyê ye. Ji bo wê bi ruh û bi coşeke mezin me dest bi hilbijartinan kiriye û gelê me dadikeve navendên dengdayînê û dengê xwe ji bo namzetan didin.’’ Hacer Hesen jî jineke koçber e û li kampa Berxwedan li ber xwe dide û got:’’Ez jî weke jineke Efrînê îro hatime dengê xwe bidim jinê da ku jin xebeta xwe bike. Divê jin di her sindoqê de vîna xwe nîşan bide. Li dijî dagirkerî û êrişan rêxistinbûn û hevgirtin hêz e. Em ê her hebin û tu carî teslîmbûnê qebûl nakin.''  

Zêneb Mehmûd jî ji bo hilbijartinan li gundê Wehşiyê a girêdayî navçeya Fafînê xwe namzet nîşan daye got:’’Ji seatên sibê de hejmara ku gel pê derbas bûye û coşa ku pê tevlî van hilbijartinan dibin û dengê xwe didin coş û moraleke mezin ji bo me jî dan avakirin. Jin ji bo xwe kîjan namzet hilbijêre ew ê ji bo xizmeta gel xebata xwe bimeşîne.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.