Di nav salakê de 21 hezar biyanî

În 14 Nîsan 2023 - 01:41

Dewleta Tirk di nava salekê de 21 hezar kes li şûna xwecihên kantona Girê Spî ya dagirkirî bi cih kirine.

Di çarçoveya guhartina demografiya herêmên dagirkirî de, dewleta Tirk a dagirker malbatên çeteyan li şûna şêniyên bi darê zorê koçber bûne, li herêmên dagirkirî bi cih dike. Li gorî çavkaniyên li Girê Spî, ji meha Nîsanê ya par ve, dewleta Tirk a dagirker 21 hezar kes li Girê Spî ya dagirkirî bi cih kirine.

Li gorî Meclisa Kantona Girê Spî, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di dawiya 2019’an de Girê Spî û gundewarên wê dagir kirin, di encamê de zêdetirî 100 hezar welatiyên bajêr û gundewarên wê bi darê zorê koçber kirin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di Nîsana 2022’yan de gotibû li herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî dest bi avakirina mêtingehan kirine û dest bi bicihkirina malbatên çeteyan li herêmên dagirkirî kirine.

 

Tenê di nav 3 mehên dawîn de 9 hezar û 181 kes

Çavkaniyên ji herêmê ji ajansa me re eşkere kir ku di 3 mehên dawîn de 9 hezar û 181 niştecih derbasî bajêr û gundewarên wê bûne.

Ajansa me di 2022’yan de belge kir ku 12 hezar û 757 niştecih di deriyê Girê Spî yê bi ser sînor ve derbas bûne. Ew niştecih ji Humis, Heleb, Idlib û Xûta Şerqiyê ne.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ew niştecih li mal û gundên koçberan belav kirin.

Hemwextî niştecihbûnê, dewleta Tirk a dagirker bi pereyên komeleyên Qeter, Pakistan û Efganistanê li aliyê rojavayê Girê Spî û bajarokê Eyn Eros, li nava eraziyên koçberan ku qaşo “Meclisa Xwecih a Girê Spî” desteser kirine, avahiyên mêtingehê ava dike. 

EYN ÎSA/ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.