Di Mîhrîcanê de hestên jinên ciwan

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 6 Adar 2024 - 00:29

SÎMA BIROKÊ / ANHA / QAMIŞLO

9’emîn Mihrîcana Wêje û Hunera Jinan di rojên 1 û 2’ê Adarê ji aliyê Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê ve û bi hevkariya Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li Qamişloyê hat lidarxistin. Vê salê tevlîbûna jinên ciwan zêde bû. 21 Jinên ciwan bi 27 tabloyan beşdarî mîhrîcanê bûn. Leyla Meryî ya 20 salî ji 8 saliya xwe ve dest bi wênesaziyê kiriye û cara yekemîn e tevlî mîhrîcanê dibe.

Leyla Meryî bi 3 tabloyên xwe beşdarî mîhrîcanê bûbû. Her tabloyeke wê jankêşiya jinan a ji ber fikrên dijberî rastiya jinan, qirkirinên ku pêre rû bi rû dimînin, deng û rengê jinan îfade dike. Hîlaz Omer a 18 salî jî ji 10 saliya xwe ve şêwekariyê dike û tabloyên wê balê dikişînin ser jin û xwezayê. Hîlaz bi 2 taybloyan beşdarî mîhrîcanê bûbû û diyar kir ku wê xwest bi rêya hunerê êşa bêdengiya li hember zordaran derxe pêş. Tolîn Içmo ya 19 salî jî ji zaroktiyê ve hezkirina xwe ya ji xêzkirinê li gel wê hebû, di 2018’an de xwe bêhtir fêr kir û ev 4 caran beşdarî mîhrîcanê dibe. Tevahiya tabloyên ku Tolînê çêkirine girêdayî rewşa jinan e û her dem jî rengên zer û reş bi kar tîne.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.