Di mehekê de 61 kes kuştin!
Sêşem 1 Tebax 2023 - 13:50
Rejîma Îranê di meha Tîrmehê de 61 kes bi dar ve kir. Ji kesên hatine bidarvekirin ji sedî 52 jê Kurd û Belûc in.
Hat ragihandin ku rejîma Îranê di meha tîrmehê de 61 kes bi dar ve kir. Li gorî agahiyan; tenê di meha Tîrmehê de 61 kesên di girtîgehên Îranê de hatine bidarvekirin. Ji kesên hatine bidarvekirin ji sedî 52 jê Kurd û Belûc in. Her wiha hat ragihandin ku di meha Tîrmehê de 4 jin jî hatine bidarvekirin. Hat destnîşankirin ku girtiyên siyasî yên Efxan Mohammad Ramez Rashidi û Saeed Naeem Hashemi Qatali jî di meha Tîrmehê de li Şîrazê hatine înfazkirin.
TEHRAN