Di meha Tîrmehê de, dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya projeya ku navê vegera dilxwaz lê kiriye de, zêdetirî 300 kes li Girê Spî bi cih kirine.
10'ê Tîrmehê, cenazeyê ciwanê bi navê Mihyar El Uweyîd (20) li gundê Bûz (15 km dikeve başûrê kantonê) hate dîtin û li ser cenaze şopên îşkenceyê hebûn.
25'ê Tîrmehê, ji kesên ku li gundê Îoya, 3 kesên ku hewl didan ji ber sûcên dagirkeran birevin û xwe li herêmên Rêveberiya Xweser bigirin, ji aliyê çeteyên "Ehrar El Şerqiye" ve hatin gulebarankirin û birîndar kirin.
24'ê Tîrmehê, çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Girê Spî girtin ser malan û 9 kes revandin. Serçeteyê bi navê Ebû Rebî El Idlibî li beramberî serbestberdana her kesekê daxwaza hezar dolarî kir.
18'ê Tîrmehê, panzêra artêşa Tirk a dagirker pê li ciwanê bi navê Fayîz Elî El Heco (25) yê ji gundê Kefîfe kir û ew qetil kir.
24 û 28'ê Tîrmehê ji ber nakokiyên li ser rêyên qaçaxçîtiyê, di navbera komên çeteyan de şer qewimî. Di şer de çeteyê koma "Remedan Şilaş'' Ebû Bera El Neîmî hat kuştin. Her wiha çete û serçeteyê bi navê Hisên Ebû Elî El Dêrî yê ji heman komê ji aliyê çeteyên "Polîsên leşkerî ve" hat girtin.
Li aliyekî din jî çeteyên "Feyleq El Mecid" û yên "Feyleq El Salis" êrişî çeteyên "Cebha El Şamiye" ku deriyê sînor ê Girê Spî di bin kontrola wê de ye, kir. Di şer de 2 çeteyên "Cebha El Şamiye" hatin kuştin û 5 çeteyên din jî birîndar bûn. Her wiha ji ber şer deriyê sînor hat girtin. Şer li deverên derdorê jî belav bû.
Xelkê Girê Spî ji ber sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê xwepêşandan li dar xistine. Xwepêşandana herî dawî di 3'yê Tebaxê de çêbûye. Di 14 û 17'ê Hezîranê de şêniyên Girê Spî du xwepêşandan li dar xistine û xwestine "Meclisa xwecihî" were betalkirin û dewleta Tirk û çeteyên wê ji herêmê derkevin.
ANHA/EYN ÎSA