Dewleta Tirk a dagirker, piştî ku êriş bire ser fabrîka, çapxane, stasyonên sotemeniyê, nexweşxaneyan, pêr êvarê êriş bire ser nuqteyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî. Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku di êrişan 3 endamên wan birîndar bûne.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhlatê Sûriyeyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Elî El-Hisên daxuyanî da û got, “Di 23’yê Kanûnê de artêşa Tirk a dagirker bi rêya balafirên bêmirov dest bi êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir; binesazî, navendên xizmetguzariyê, nexweşxane, navendên tenduristiyê û kargeh kirin hedef. Di encama van êrişan de hejmarek sivîl şehîd û birîndar bûn.

26’ê Kanûnê êvarê bendên me yên ewlehiyê jî hatin hedefkirin. Bendên hatine bombebarankirin ev in:

4 rêbendên me li dergehên rêyên sereke yên bajarê Qamişlo.

6 rêbendên li dergeha rêyên bajarê Kobanê û gundewarên wê.

Rêbendeke me li ser rêya sereke ya bajarê Amûdê.

Di encama van êrişan de 3 endamên me birîndar bûn û ziyaneke madî ya mezin li rêbendan çêbû.

Em ê gel û herêmên xwe biparêzin. Em ê bi ser bikevin. Ev êrişên hovane vîn û îradeya me naşkînin, berevajî wê em ê ji her wextê zêdetir erka xwe pêk bînin. "

Êrişî nanê xelkê kirin

Piştî bîlançoya pêr hat eşkere kirin, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê doh bîlançoya êrişên 24 saetan jî eşkere kir. Wê da zanîn ku 26'ê Kanûnê depoyên genim, febrîqe û stasyona trenê jî di nav de gelek saziyên xizmetê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine bombekirin: “Doh (pêr) piştî nîvro dewleta Tirk a dagirker careke din gelek navendên sivîl û xizmetguzariyê bombebaran kirin.”

Li gorî daxuyaniyê encamên êrişan wiha ne:

18 êriş bi balafirên bêmirov û biçek.

20 êriş bi çekên giran.

Di êrişan de kargeh, şirketên avakirinê, stasyoneke trênê û depoyên genim jî di nav de, 6 navend hatin bombebarankirin.
2 malên welatiyan hatin bombebarankirin.

Li Kantona Cizîrê û bajarê Kobanê 10 bendên kontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin bombebarankirin.

Li kantona Cizîrê dewleta Tirk a dagirker 11 êriş pêk anîn, di wan êrişan de kembera bakurê Qamişloyê, kargeha Cûdî ya çêkirina savar li bajarokê Girbawî yê başûrê Qamişloyê, derdora depoyên genim ên gundê Girê Ziyareyê Colî (Tobiye), rojavayê navçeya Girkê Legê yê Qamişloyê, depoyên genim ên navçeya Amûdê, gundê Tawîle yê rojavayê navçeya Til Temirê, stasyona tirênê ya Qamişloyê, Nexweşxaneya Covid-19 (Korona) ya Qamişloyê, mala welatiyê bi navê Hekîm Hac Bekir li navçeya Dirbêsiyê, mala welatiyê bi navê Eşref El Kiya li rojhilatê ketina navçeya Dirbêsiyê, şirketa avakirinê li Qamişloyê û taxa Eleya ya Qamişloyê.

Li Kobanê jî, dewleta Tirk a dagirker bi 6 êrişan, 2 bendên kontrolê yên li ketina bajêr li aliyê rojava û rojhilatê Kobanê, bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li başûrê ketina bajêr, bendên kontrolê yên li Hilinc, Şêran, Şîran ên Kobanê kirin hedef.

Her wiha dewleta Tirk a dagirker 19 enî li herêmên Şehba û rojhilatê Efrînê bombebaran kirin. Di wan êrişan de bi çekên giran gundên rojhilatê Efrînê; Bênê yê navçeya Şêrawa, Merenaz ê navçeya Şera ya rojhilatê Efrînê, gundê Til Qira, Um Hoş, Semûqa, Til Çîçan, Til Medîq, Minix, Bêlûniye, Şêx Îsa, Hirbil, Wehşiye û derdora bajarokê Til Rifetê yên Şehbayê bombebaran kirin.”

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî herêmê didomîne, di encamê de zirarên madî yên mezin çêbûn. Her wiha 8 welatî şehîd bûn û bi dehan jî birîndar bûn.

QAMIŞLO