Dewleta Tirk gefek e li dijî hebûna Kurdan

În 5 Çile 2024 - 01:08

  • Endama Serokatiya PYD´ê Foza Yûsif got, dewleta Tirk ji ber xisleta xwe ya dijminatiya Kurdan, dixwaze Şoreşa Rojava bifetisîne, Kurdan bê statu bihêle û ji Efrînê heta bi Kerkûkê, erdên Kurdistanê dagir bike. 

ERKAN GULBAHÇE / SAARBRÜCKEN

Endama Serokatiya PYD´ê Foza Yûsif got, Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ´ê, di berdêla berfirehkirina NATO´yê de dengê xwe ji êrişên li dijî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re nekiriye. Foza Yûsif li ser mijarê wiha peyivî: “Ev bêdengî muhtemel e ku di berdêla erêkirina endametiya Fînlandiyayê ya NATO´yê de be. Endametiya Swêdê ya NATO´yê jî ji bo êrişên xwe yên niha û siberojê li ser maseyê li ber destê xwe digire.” 

Di êrişên vê dawiyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de di nava hefteyekê de zirareke mezin bû li binesaziyê, navendên xizmetê, nexweşxane, dibistan, navendên tenduristiyê, stasyonên petrolê û santralên elektrîkê. Di êrişan de 9 welatî jî şehîd bûn. Li ser mijarê em bi endama Serokatiya PYD´ê Foza Yûsif re peyivîn. Foza Yûsif got, dewleta Tirk ji destpêka avakirina Rêveberiya Xweser ve yanî ji sala 2012´an ve hewl dide ku Şoreşa Rojava tesfiye bike, û sedema sereke ya êrişan jî dijminatiya Kurdan e.

Foza Yûsif got, dewleta Tirk a dagirker dixwaze siyaseta xwe ya qirkirinê ya salên 1920´an dewam bike û wiha peyivî: “Armanca sereke fetisandina Şoreşa Rojava ye. Erê sedemên cihê derdixe pêş, lê ew derew in. Sedema esasî, dijminatiya li dijî Kurdan e. Dewleta Tirk ne ku tenê Rojava dike armanca êrişên xwe, ew nasnameya Kurdan jî dike armanca êrişan. Dewleta Tirk ne tenê ji bo Kurdên rojava, lê ji bo nasnameya Kurdan, her çar hêlên Kurdistanê jî gefek e, tehlûkeyek e. Armanca wê dagirkirina Kurdistanê ye da ku qirkirina etnîk bike. Partiyên Kurd û rêxistinên civaka sivîl divê hay ji vê hebin û li gorî wê bibin xwedî helwêst. Şoreşa Rojava destketiyeke Kurdistanê ye, encama keda wê ye. Divê em xwedî li vê şoreşê derkevin, lewma ew destketiya Kurdan hemûyan e."

 

Êriş ne tesaduf in

Foza Yûsif ji bo êrişên dagirkeriyê yên berfireh ên dewleta Tirk ên meha bihurî jî got, hema piştî erêkirina Peymana Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dewleta Tirk êriş kir û ev ne tesadufî ye. Wê ji bo armanca êrişan jî got, “Armanca wê ew e ku nehêle Peymana Civakî bi cih bê anîn. Li hemberî vê jî lazim e ku em bi dildarî, bi biryardarî vê Peymana Civakî cih bi cih bikin, rêveberiya Xweser xurt bikin."

 

Eşkere sûcê şer dike

Foza Yûsif bi bîr xist ku dewleta Tirk bi van êrişan li gorî hiqûqa navneteweyî sûcê şer dike û wiha axivî: ”Hewldanên me yên teşhîrkirina êrişên dewleta Tirk di warê hiqûqî û dîplomasiyê de dewam dikin. Komeke me ya hiqûqê heye ku sûcên dewleta Tirk belge û arşîv dike. Em vê xebatê ji bo dadgehkirina dewleta Tirk dikin û em hewl didin van bigihînin wan saziyên elaqedarî hiqûqa navneteweyî. Jixwe, dewleta Tirk jî bi awayekî eşkere li xwe mikur tê ku sûcên şer dike. Daxuyaniyên wezîrê karê derve yê Tirk hene. Ev hemû ji bo me delîl in.”  

 

Şantaja ji bo endametiya Swêdê

Foza Yûsif da zanîn ku dewleta Tirk ji ber bêdengiya hêzên navneteweyî wêrektir û bêperwa êriş dike û sedema bêdengiya hêzên navneteweyî jî bi siyaseta şantajê ya dewleta Tirk a ji bo berfirehkirina NATO´yê rave kir: “Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ´ê ya bi pêşengiya DYE´yê û Rûsya heger bixwazin dikarin van êrişan bisekinînin. Meydana hewayê ji bo êrişên Tirkiyeyê serbest kirine. Ev bêdengiya hêzên koalîsyona navneteweyî muhtemel e ku di berdêla erêkirina endametiya Fînlandiyayê ya NATO´yê de be. Endametiya Swêdê ya NATO´yê jî ji bo êrişên xwe yên niha û siberojê li ser maseyê li ber destê xwe digire. Rûsya jî ji bo ku Tirkiye xwe nêzîktirî NATO´yê neke, destûra êrişan dide. Ev hêz dikin ku Tirkiye wêrektir bibe û van êrişan bike, ew jî ji van êrişan berpirsiyar in.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.