Di hezîranê de 19 jin hatin kuştin

Duşem 7 Tîrmeh 2025 - 03:10

Li gorî çeteleya meha hezîranê ya JINNEWS’ê 19 jin û zarokek hatine qetilkirin, 6 jin û 4 zarok jî bi guman jiyana xwe ji dest dane. 

Li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê, tûndiya mêr dibe sedema mirina jin û zarokan. Her çiqas saziyên fermî daneyên li ser jinên ku hatine qetilkirin bi awayekî zelal parve nakin jî, nûçe û daneyên sînorkirî yên di çapemeniyê de bi tevahî wêneyê heyî nîşan nadin.  

Jin di nav kêmbûna daneyan ji hêla dewletê ve, gotinên hikûmetê yên ku şîdeta mêran rewa dikin û polîtîkayên bêcezatiyê yên dadweriyê de, parastina mafê xwe yê jiyanê didomînin. 

Li gorî çeteleya meha hezîranê ya ku JINNEWS’ê  amade kiriye 19 jin û zarokek hatine kuştin, 6 jin û 4 zarok jî biguman jiyana xwe ji dest dane.

JINNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN/YEŞÎM ORÛÇ 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.