• ATO´yê got di hepsê de zarok nabin û da zanîn ku li Tirkiyeyê dewletê hezar û 941 zarok xistine hepsê. ATO û ÎHD´ê xwestin zarok bên berdan û hepsên zarokan bên girtin.

Endama Lijneya Rêveberiya Odeya Bijîşkan a Enqerê (ATO) Dr. Ayşe Ûgûrlû diyar kir ku hezar û 941 zarok li girtîgehan tên ragirtin û hişyar kir ku îhtîmala ku zarokên di bin tecrîdê de zirarê bidin xwe û derdora xwe zêde dibe.

ATO dibêje, di hepsan de zarok nabin, lê xwedê dizane dewleta xwe baş nas nekiriye. Bila li filma Yilmaz Guney “Dîwar” temaşe bike, ew dewlet û destûra wê neguherîne. Hê jî zarokan dixe hepsê û êşkenceyê li wan dike. 

Komîsyona Mafên Mirovan a ATO´yê ji bo balê bikişîne ser zarokên di hepsan de bi serenavê “Nabe ku zarok di hepsê de bin” civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Nûray Çevîrmen û Sevîl Tûrgût jî beşdarî civînê bûn. 

Serokê ATO’yê Alî Karakoç di civînê de axivî û ewilî bal bire ser rewşa girtiyên nexweş. Karakoç got, di hepsan de bêhtirî hezar û 400 girtiyên nexweş hene: “Me got, heger sererastkirina înfazê çêbe, divê pêşî girtiyên nexweş û nexweşiya wan giran bên berdan, lê belê ev yek bi cih nehat anîn û girtiyên siyasî ji sîstema înfazê bêpar hatin hiştin.

Li gel biryara taloqkirina ceza jî gelek girtî ji aliyê desthilatdariya siyasî ve di hepsê de tên hiştin. Di meha dawî de 6 girtiyan canê xwe ji dest da.”
 
1941 zarok di hepsê de ne 

Pişt re Endama Lijneya Rêveberiya ATO’yê Dr. Ayşe Ûgûrlû got, heps ji bo bipêşketina zarokan ne cihên guncaw in:

“Weke ku em dizanin, li welatê me zarokên di navbera 0-6 salî de ji ber dosyayên dayikên xwe yên dadgehkirinê, zarokên 12-18 salî jî ji ber dosyayên xwe yên dadgehkirinê di hepsan de ne. Ji 31’ê Kanûna 2021’ê ve hezar û 941 zarokên girtî û hikumxwarî di hepsan de ne. Cezayê 566 zarokên hikumxwarî, ji ber destûra Covîd-19’ê li derveyî hepsê tê înfazkirin.

Girtina zarokan a li Hepsên Zarok û Ciwanan yan jî li qawîşên zarokan ên li hepsên mezinan, dewam dike. Di gelemperiya Tirkiyeyê li Enqere, Stenbol, Izmîr, Hatay, Qeyserî, Tarsûs û Amedê 7 girtîgehên zarokan, li Enqere, Denîzlî, Stenbol û Xarpêtê jî 4 malên perwerdeyê yên zarokan hene.”
 
Zarokan li dadgehên mezinan dadgeh dikin

Ûgûrlû diyar kir ku, rewşa girtinê rê li ber şert û mercên tecrîdê vedike û destnîşan kir ku tecrîd bêhtir dibe sedem ku zarok zirarê bide xwe û hawîrdora xwe. Ûgûrlû, xwest hemû zarokên di hepsan de bi awayekî ewle werin berdan û derbarê wan de bergiriyên parastinê û piştgiriyê werin girtin. 

Ûgûrlû, ji bo zarokan avakirina pergala edaletê pêşniyaz kir: “Li gorî rapora salane ya sala 2020’an a Wezareta Edaletê, li Tirkiyeyê 22 dadgehên ceza yên zarokan û 112 dadgehên zarokan hene. Zarok zêdetir li dadgehên mezinan tên dadgehkirin.”

Paşê endama Desteya Rêveber a Navendî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen jî got, zarok tên tecrîdkirin, ji mafê xwe yê perwerdehiyê bêpar dibin û şidet li wan tê kirin. Çevîrmen, xwest serê pêşî doza girtina hepsên zarokan kir.

ENQERE