- Dewleta Tirk nexasim jî bi hepsan êrişî miletê Kurd û zimanê wî Kurdî dike. Lê niha ku li hepsan jî Kurdî tê parastin, êrişî Kurdî dike. Ji ber nivîsandina kitêba Kurdî cezayê ragirtina di hucreyê de dibirre.
Ji girtiyên li Hepsa Sîlîvriyê, Mahmût Olgûn ragihand ku ji ber govendê û nivîsandina pirtûka bi Kurdî, ceza li wî hatiye birrîn.
Li Hepsa Hejmara 5’an a Tîpa L a Sîlîvriyê di 8’ê Cotmehê de bi ser qawîşê de hatibû girtin û qederê 150 girtî sewqî heps û qawîşên cuda hatibûn kirin. Parêzerên girtiyan piştî vê serdegirtinê, bi girtiyan re axivîn. Parêzeran da zanîn ku li girtiyan hatiye xistin û alavên wan hatine desteserkirin. Mahmût Olgûn yek ji wan girtiyan e ku qawişa wî hatiye guhertin. Wî tiştên hatine serê wî û her wiha êrişa li dijî girtiyên di qawîşê de jî bi telefonê ji malbata xwe re got. Ji ber gerandina govendê cezayê dsîplînê lê hatiye birrîn û ji ber ku bi Kurdî kitêb nivîsiye jî cezayê hucreyê yê 5 rojan lê hatiye birrîn.
Sîlehên dewletê li dijî Kurdî ne
Girtî Mahmût Olgûn ragihand ku ji ber ku wî govend gerandiye cezayê dîsîplînê lê hatiye birrîn û ji ber ku bi Kurdî pirtûk nivîsandiye jî 5 roj cezayê hucreyê lê hatiye birrîn. Mahmût Olgûn da zanîn ku gardiyanan bi gotina ‘Êdî ji niha pê ve hûn ê govendê negerînin. Hûn ê bibînin’ gef li wan xwarine. Lê gardiyanan ne ku tenê ev kiriye, wan pirtûkên girtiyan jî desteser kirine.
Tevdîran nagirin lê koronayê dikin hincet
Mahmût Olgûn da zanîn ku hêzên dewleta Tirk ên dagirker ên di hepsê de dest danîne ser nameyên wan jî û wiha peyivî:
“Dema kesek diçe nexweşxaneyê û tê mehekê bi kesî re naaxive. Li dijî koronayê bergiriyek nîne, lê ji bo me, ji bo ku aktîvîteyan sînordar bikin, koronayê dikin hincet. Ew bi xwe bi rûpoş dikevin odeyên me û derdikevin. Dermankirina hevalên me yên nexweş bi hin hincetan nayê kirin.”
Dayika Mahmût Olgûn, Kubar Olgûn jî got, beriya niha, careke din jî gardiyanan li kurê wê xistiye û gava ew çûbû dîtina wî jî, di hevdîtinekê de dîtibû ku çavê wî şîn û reş kirine. Olgûn anî ziman ku ev rewş di serdegirtineke qawişê de qewimiye û destnîşan kir ku ev tiştên ku bi serê wan de hatine, weke kurteberiya pirsgirêka Kurd in.
Dayik Olgûn bal bire ser gotina Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan a wele ‘me pirsgirêka Kurd çareser kir’ jî û wiha dewam kir: “Heke pirsgirêka Kurd hatibe çareserkirin çima zarokên me di hepsan de dirizin? Çima zimanê me tê qedexekirin? Divê li dijî vê yekê em bibin yek. Em mafê xwe dixwazin. Dixwazin hemû girtiyên me werin berdan. Zalim li qesran rûdinin û dixwin lê ew di hepsan de ne.”
Dayik Kubar Olgûn got, ji bilî lawê wê, zext û heqaret li girtiyên din jî hatiye kirin. Kubarê Olgûnê li dijî binpêkirinên mafan bang kir da ku xelk hev bigire, bibe yek û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê herkes ne tenê li lawê min li girtiyan hemûyan xwedî derkeve.”
MA/STENBOL