Di êrişan de 2 gerîla şehîd bûn
În 6 Hezîran 2025 - 02:55
Êrişên artêşa Tirk li hemberî Qadên Parastinê yên Medyayê bi dijwarî dewam dikin. Di êrişên dijwar ên li Zap û Metînayê de 2 gerîla şehîd bûn. Hêzên Gerîla jî di çarçoveya parastina rewa de bersivê didin êrişan. Di daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya HP’ê de derbarê êrişên artêşa tirk a dagirker û bersivdayîna gerîla de ev agahî tên dayîn:’’Qadên gerîla yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi droneyên bombebarkirî, obûs û çekên giran, bi dijwarî hatin bombe kirin. Di heman demê de tunelên me yên şer, bi teqemeniyan hatin bombe kirin. Êrişên artêşa Tirk herî zêde li herêmên Metîna û Şehîd Delîl Rojavayê Zapê didomin. Di encama êrişên artêşa Tirk a dagirker de, 27’ê Gulana 2025’an hevrêyê me Welat û 30’ê Gulana 2025’an hevrêyê me Bawer şehîd bûn. Agahiyên berfireh ên derbarê nasnameyên hevrêyên şehîd de wê piştre ji raya giştî re werin eşkere kirin.
Hêzên me li hemberî êrişên berdewam dikin, di çarçoveya parastina rewa de, bersivên pêwîst dane. Heta ku êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser bingeha îmha kirina gerîlayên azadiya Kurdistanê dewam bikin, ew ê bersivên pêwîst ên ji bo parastina xwe ya hêzên me jî dewam bikin.’’
Navenda Ragihandinê ya HPG’ê derbarê êrişên artêşa dagirker û çalakiyên bersivdayînê yên gerîla de ev agahî parve kirin.
Êrişên artêşa Tirk a dagirker
Di navbera 30’ê Gulanê û 4’ê Hezîranê de Tunelên me yên Serê Metîna û qada berxwedanê ya Şêlazê ya herêma Metîna 15 caran, tunelên me yên li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê û qada berxwedanê ya Girê Amêdiyê 13 caran bi teqemeniyan hatin bombekirin.
Di navbera 29’ê Gulanê û 4’ê Hezîranê Tunelên me yên li Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê û Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê 17 caran, tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Şêlazê ya herêma metîna 19 caran bi kepçe û sondajan hate xwestin bên hilweşandin.
Di navbera 29’ê Gulanê û 4’ê Hezîranê li herêma Garê qadên Girê Zengil, Kanî Sarkê, Dêreşê, Mijê, Zêvkê, Deşta Kafya, Girgaşê, Spîndarê, Girê Kun, Gûzê, li herêma Metîna qadên Serê Metîna, Şêlazê, Bazê û qada berxwedanê ya Bêşîlî, li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, qadên berxwedanê yên Girê Amêdiyê û Girê Bahar, bi çekên giran û obûsan bi dijwarî hatin bombe kirin.
Bersiva hêzên me
30’ê Gulanê hedefên li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê ku di rewşa êrişê de bûn, bi teknîkê hatin lêdan û wesayîteke ku li ser sîstema radarê hebû hate derb kirin.
30’ê Gulanê di saet 11.20’an û 13.40’an de hedefên li Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê ya herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê ku di rewşa êrişê de bûn, bi teknîkê hatin lêdan, konteynirek û konek hatin tine kirin û dagirkerek hate ceza kirin.
31’ê Gulanê di saet 08.40’an û 13.30’an de hêzên dijmin ên êrişê tunelên me yên Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê ya li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê kirin, bi teknîkê hatin hedefgirtin. Dagirkerek hate ceza kirin û 2 dagirker jî birîndar bûn.
31’ê Gulanê droneke bombebarkirî ku bi armanca êrişa tunelên me yên Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê ya herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê hate şandin, hate tine kirin.
1’ê Hezîranê hedefên li Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê ya li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê ku di rewşa êrişê de bûn bi teknîkê hatin hedefgirtin. Konteynirek hate tine kirin û dagirkerek hate cezakirin.
1’ê Hezîranê li hemberî hêzên dijmin ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê ya li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê ku bangên tehrîkkirinê dikirin, bi çekên giran çalakî hate kirin.
2’ê Hezîranê hedefên li Qada berxwedanê ya Girê Amêdiyê ya li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê ku di rewşa êrişê de bûn, bi teknîkê hate hedefgirtin. Konek hate derb kirin.
4’ê Hezîranê kepçeyeke zirxî ya ku li Qada Berxwedanê ya Bêşîlî ya herêma Metîna bi armanca dagirkeriyê rê çêdikir, bi teknîkê hate hedefgirtin û hate tinekirin.’’
BEHDÎNAN