Di doza Narîn Guran de cezayê muebeta giran
Duşem 30 Kanûn 2024 - 02:10
Di doza ku gumanbarên Narîn Guran dihatin darizandin de ji bo sê gumanbaran cezayê muebeta giran hat birîn.
Rûniştina doza Narîn Guran a 8 salî ku li gundê Çulî ya navçeya Rezan a Amedê di 21’ê Tebaxê de winda bû û 8’ê îlonê de cenazeya wê hat dîtin, piştî navberê berdewam kir. Dadgehê beriya biryarê der barê gumanbar dayik Yuksel Guran, ap Salîm Guran, bira Enes Guran û Nevzat Bahtiyar de bide, gotinên wan ên dawî girt.
Gumanbar Yuksel Guran, Salîm Guran û Enes Guran sûcdarî qebûl nekirin. Gumanbar Nevzat Bahtiyar jî got ‘wî Narîn nekuştiye tenê cenaze biriye û got cezayê min çi be bila e bikşînim’.
Heyeta dadgehê der barê gumabnar Salîm Guran, Yuksel Guran û Enes Guran de cezayê muebeta giran birî.
Der barê Nevzat Bahtiyar de jî 4 sal û 6 meh ceza hat birîn û biryara berdewamiya girtina wî da.
JINNEWS/AMED