Li bajarê Elmanyayê Stuttgartê 5 Kurd tên dadgehkirin. 3 ji van girtî ne û 2 berdayî. Doz ber bi dawiyê ve diçe.
Kurdistanî bi xala 129b ya Qanûna Ceza ya Elman tên dadgehkirin. Ev xala qanûnê ji bo dadgehkirina kesên li Elmanyayê sûc nekirine hatibû çêkirin. Rûniştinên doza li dijî Kurdistaniyan 16´ê Nîsana 2019´an dest pê kiribûn. Gava rûniştinan dest pê kir, 4 Kurdistanî girtîbûn. 13´ê Kanûna 2019´an Evrim A.´ya girtî dihat dadgehkirin, piştî 17 mehên di hepsê de hat berdan.
18´ê Adara bihurî, rûniştina 86´an a dozê pêk hat û dozger dest bi xwendina mutalayê kir. 25´ê Adarê jî çav li rê ye dozger mutalayê bi dawî bike. Di vê dozê de wê dozger eşkere bike ka ew ji Veysel S. Agit K. Ozkan T. yên ev 3 sal in girtî ne, çi qas ceza bixwaze. Ew ê cezayê ku ji bo Cihan A. û Evrim A. yên serbest jî dixwaze, eşkere bike.
STUTTGART