Di dil de sînor tine

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 23 Mijdar 2021 - 05:55

  • Bi şano û huner dixwazin wargeha Mexmûrê bi dinyayê bidin nasîn. Şanoger û hunermendên ji Swîsreyê ev kar danîne ber xwe û berê xwe dane wargehên penaberan ên li Lavrio, Domiz û Mexmûrê. Şanoger tecrûbeyên xwe bi şanogerên li wargehê re jî parve dikin.

IDRÎS KARA
MEXMÛR

 

Wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) êş û azarên penaberiyê û serfiraziya ji nû ve avakirina jiyanê li çolê dihewîne. Ji ber wê jî balê dibe ser xwe. 

Komek şanoger, dansker, derhêner û pedagogan jî ji Swîsreyê berê xwe daye Mexmûrê. Ew di nava wargehê de digerin, li çîrok û serpêhatiyên xelkê guhdarî dikin û dixwazin bi rêya huner van çîrok serhatiyan belav bikin. Her wiha ew biryar dane ku li ser jiyana wargeha Mexmûrê filmekê jî çêkin.
Koma ku ji Swîsreyê berê xwe daye wargeha penaberan a Mexmûrê ji 8 kesan pêk tê. Marie Josephine Jeger dansker e, Claudia Martina Berger Pedegog e, Giulia Sorenza Idgie Cerscenzî şanoger e û Giorgia Marzetti jî danskere. Em bi wan re li ser karê wan û elaqeya wê bi Mexmûrê re peyivîn.

Di nava şer de şanogerî

Hinek ji van kesan, cara dûyem e ku hatine serdana wargehê, hinek ji wan jî ev cara yekem e ku hatine Mexmûrê.  Ev koma hatiye Mexmûrê, serdana wargehên penaberan dike, bi zarokan re dilîze û şanoyan pêşkêş dike. Gelek ji wan jî dixwazin halê ruhî yê ne baş yê penaberiyê bi huner baş bikin. Ew li Yewnanistanê jî çûne serdana wargeha penaberan û li Dihokê jî çûne serdana wargeha Domizê. Ew di heman demê de tecrûbeyên xwe bi şanogerên wargehê re parve dikin. 

Weke kom ew dibêjin, armanca wan a hatina Iraqê û wargeha Mexmûrê, şanogerî ye. Dibêjin, “Me xwest di nava şer de şanogeriyê bidin pêş, ji bo wê jî em hatine wargeha Mexmûrê.”
 
Jiyanek hevpar heye

Dema me behsa cudahiya di navbera wargeha Mexmûr û wargehên din de ji wan pirsî, wan got, “Li vir jiyaneke hevpar heye, gel rêxistin kiriye û bi xwe, xwe bi rê ve dibe. Me dizanibû ku têkoşîneke bi rêxistinkirî heye û vê yekê bandor li me kir. Dema ku ev vedigerin welatê xwe, em behsa tiştên bandor li me kirine ji derdora xwe re dikin. Em bi kar û xebatên xwe, wan tiştan didin pêş. Li vir modela konfederalîzma demokratîk heye, ev jî li gorî me îdeolojiyeke ronakbûnê ye. 

Civak bingeha wargehê ava dike

Kom beriya niha çûye serdana wargeha penaberan Domizê ya li Dihokê jî. Li wir jî şano nîşan dane. Komê got, “Em ji bo pêşkêşkirina şanoyê çûbûn, lê em di nava wargehê de negeriyan. Bêguman wargeha Mexmûrê ji wargehên din gelekî cihê ye. Ev wargeh, demeke dirêj e hatiye avakirin û rêxistinbûneke bingehîn lê heye. Li vir civak bingehê wargehê ava dike, li wargehên din ne wisan e.”

Guh didin serhatiyên xelkê

Kom ji bo xebata xwe dibêje, ew niha guh didin çîrok û serhatiyên xelkê wargehê û wan serhatiyan kom dikin. Li gorî van serhatiyan ew ê li wargeha Mexmûrê jî şanoyekê nîşan bidin. Ji ber ku şanogerên wargehê nikarin li Ewrûpayê vî karî bikin yan jî ew derfeta ku ew biçin tine ye, ew dil dikin ku li Ewrupayê bi projeyên cuda serhatiyên xelkê wargehê bibêjin û nîşan bidin.

Serhatiya penaberan dikin film

Di dewamê de endamên komê gotin; “Em ê jiyan û dîroka wargehê derxin derveyî welat, em ê li Ewrûpayê şanoyeke nû amade bikin û pêşkêş bikin. Em dixwazin tiştên me dîtine û kom kirine, weke projeyan amade bikin. Me di nava wargehê de gelek dîmen girtine, hevalên me yên profeseyonel ên bi vî karî re mijûl in, hene û ew dixwazin filmekê çêkin. Bi filman em dixwazin serhatiya penabertiya wargehê nîşan bidin. Ji ber ku li vir her malbat û kesek xwedî serhatiyekê ye.  Wek mînak, dayikek bi tena serê xwe 10 zarokan mezin dike, ev bi tena serê xwe çîrokek e. Ev wargeh bi keda mirovan hatiye avakirin.”

Ev ne wargeha terorîstan e!

Komê li ser tohmetên delweta Tirk ên li dijî wargehê jî got, “Ew hemû derew in, li vir miletek, malbat û zarok hene. Ev ne wargeheke terorîstan e. Tirkiye dixwaze wargehê ji derve weke terorîst bide nîşandan. Dema ku em vedigerin, em behsa wargehê ji nas û dostan re dikin. Bandora wargehê li her kesî dibe, tişta me dîtiye û me tecrûbe kiriye gelek bandorê li xelkê dike. Dema rastiyê dibînin, milet dizane ku ev ne wargeheke terorîst e. Her kes Iraqê weke cihekî şer dibîne. Gava ji me dipirsin, em dibêjin, ne wisan e, nexasim jî li wargeha Mexmûrê jiyaneke bi hev re û cuda heye.”

Rêgirî sînoran li me teng nake

Ew di dewamê de behsa rêgiriya PDK´ê ya li ser wargehê dikin û dibêjin, “Dema me bihîst ku ev rêgirî heye, em pirr pê êşiyan. Em dixwazin projeyekê li ser vê rêgiriya li ser wargehê jî amade bikin. Divê were çêkirin jî. Rêgirî nikare sînoran li me teng bike, sînor di nav dilê me de tineye. Bi riya berxwedan, çand û huner, em ê jiyana wargehê nîşanî xelkê bidin û hewl bidin ku fêhm bikin. Em ê bi rêya huner têkoşîna vî gelî nîşanî kesên dûrî vir jî bidin.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.