Serokê Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) Hafiz Ahmet Tûrhalli got, li dijî neheqiyê divê her kes di 14’ê Gulanê de biçe sindoqan: “Dengê xwe ji bo başiyê û aramiyê bi kar bînin û li dijî van nebaşan bisekinin.”
Hafiz Ahmet Tûrhalli têkildarê hilbijartinên 14’ê Gulanê yên Tirkiyeyê ji ANF´ê re got, “Ji bo ku zarok, jin, extiyar û tevahiya civakê ji zilma desthilatdariyê rizgar bibe divê her kes dengê xwe bi kar bîne.”
Tûrhalli got, roj roja parastina heq û mafan e û wiha peyivî, “Îro roja dijderketina zilm û xirabiyê ye. Kesên ku qurana we dikin destê xwe, li kolanan û qadan dînfiroşiyê dikin. Kesên ku heq û perêyê berîka we xwarine, bûne milyarder. Ma hunê ranebin li ber wan kesên ku zarokên we dikin girtîgehan, kesên ku meleyên me, seydayên me di zîndanan de kuştin, kesê ku bajarên me xira kirin, kesên ku mizgeftên me xira kirin, kesên ku destdirêjî namûsa me kirin, kesên ku perê berîka me derxistin û xwarin û kesên ku nehiştin em serê xwe rakin?”
Li cem nebaşan cih negirin
Tûrhalli anî ziman ku divê her kes erka xwe ya mirovbûnê bi kar bîne û dengê xwe bide: “Ma Îslam fermana rabûna li ber zilmê nedaye! Belê daye. Îro gelek mirovên me di rewşeke perîşan de ne. Ji ber vê yekê biçin ser sindoqan, dengê xwe li dijî van xeraban bi kar bînin. Exlaq çû, dîn çû. Bi navê dîn, dîn firotin, bi navê exlaq tiştek nehiştin. Bi navê feqîriyê pêxemberên me milyarên me birin. Li dijî wan bisekinin, biçin ser sindoqan. Xwedê dibêje, alîkariya heqiyê bikin, pêxember dibêje, li cem heqiyê cih bigirin. Li cem dînfiroşan, li cem sextekaran û li cem nebaşan cih negirin.”
Hukmê zaliman divê bi dawî bibe
Serokê CÎK’ê Hafiz Ahmet Tûrhalli da xuyakirin ku firsendeke dîrokî niha heye û ev bang kir, “Îro firseda me ye, vê firsendê bi kar bînin. Xwişkino, birano. Divê ev zalim ji ser text werin xwarê. Efrînê, Şengalê, mizgeftan, medreseyan, zarokan, meleyan û jinan ji bîr nekin û biçin ser sindoqan. Îro firsend a me ye. Dengê xwe ji bo başiyê û ji aramiyê bi kar bînin û li dijî van nebaşan bisekinin.”
NAVENDA NÛÇEYAN