Di Çile de 39 kes revandin

Çarşem 1 Sibat 2023 - 17:02

Li Efrîna dagirkirî sûcên dermirovî, talankirina xwezayê û milkên welatiyan û guhertina demografiyê dewam dikin.

Hêzên dagirker ji destpêka salê ve zêdetirî 39 welatî li Efrînê revandin. Ji revandiyan, navên van kesan hatin zanîn: Mihemed Reşîd Hiso (32), Ferman Elûş Sado (28), Bekir Hisên Xêro (35), Rêber Hisên Xêro (32), Elî Kalo (40), Mihemed Ferîd (28), Mihemed Kalo (36), Ednan Ebdo (39), Mihemed Ednan Silêman (30), Mihemed Ehmed Henan Hemîd (55), Îbrahîm Menan Dawud, Mihemed Esmet Şêxo, Mihemed Selah Hisên (30), Ferîda Ebdo, Mihemed Îbrahîm Mele Mihemed (49), Dogan Mihemed Mele Mihemed (48), Enes Zekî, Elî Reşîd Omer, Tewfîq Hesen (45), Îmad Kemal Sado (44), Şiyar Mistefa Sado (20), Receb Silêman Şewax (42) û Eynayet Arif Bekir (56).

Bêhtirî 7 hezar daran birrîn

Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka îsal ve zêdetirî 7 hezar dar li Efrînê birrîne.

12 darên welatiyê bi navê Mihemed Fewzî Xelîl, 12 darên Mistefa Xelîl, 12 darên Ziyad Xelîl, Henan Semo Ebûdan, 20 darên Osman Hec Hemîd, 520 darên Reşîd Ebdo, Rêzan Ebdo, Mistefa Ebdo, Mihemed Îbo, Mistefa Mihemed, 100 darên Mihemed Nasan û Fewzî Nasan, 50 darên Mistefa Yasîn û birayên wî, 300 darên Îzet Ebdo Diwêkê û Omer Bîlal Nasan, 100 darên Kemal Mamend û 100 darên Mistefa Cafer hatin birîn. Her wiha li daristanên navçeyên Cindirêsê û Mabatayê jî bi hezaran dar hatin birrîn.

Milkên xelkê tên talan kirin

Dizî û talankirina ji aliyê hêzên dagirker ve jî dewam dikin.

Çeteyên dewleta Tirk 16 mihên Mamo Hesen, 2 mihên Mamde Fewzî û 6 mihên Omer Hesenkê yên ji gundê Kîmarê dizîn. Her wiha li navçeya Bilbilê dest danîn ser dikanên Kîbar Hiso, Hisên Henan Birîm, Reşîd Mihemed, Seydo Menan, Osman Beko, Omer Esed Henan, Meryem Mihemed, Xalîde Elî, Emîne Hesîno, Emîne Hisên Koto, Cemîle Xelîl. Çeteyên dewleta Tirk a dagirker mala Ehmed Hano (65) ya li taxa Zeydiyê ya bajarê Efrînê desteser kir.

Guhertina demografiyayê didome

4ʹê Çileyê dewleta Tirk a dagirker li rojhilatê navçeya Cindirêsê, di navbera gundên Himêlka û Rifatiyê de avahiyên mêtingeriyê bi navê "Ajnadîn" ava kirin. Ev avahî li ser erdê Hesen Mecîd Mihemed û Emîn Murad Mihemed ku rûberê wê 4 hektar e, hatin avakirin. Armanca avakirinê ew e ku malbatên çeteyan û niştecihên ji deverên cuda yên Sûriyeyê lê werin bicihkirin.

Kargeha madeyên hişbir ava kirin

Artêşa Tirk a dagirker di bin gefa kuştinê de, kesên bi navê Îzet Ebdo Diwêkê û Omer Bîlal Nasan neçar kirin ku erdên xwe yên çandiniyê yê li Racoyê terk bikin û li erdên wan baregeheke leşkerî ava kir.

Çeteyên Heyet Tehrîr El Şam li gundê Qîbarê yê Êzidiyan ê navçeya Şerayê kargeha çêkirina hişbirê vekirin. Çeteyên bi navê Ebû Ebdullah Horan û Ebû Ehmed Helawa madeyên bingehîn ên çêkirina hişbirê şandin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.