• Balafirên dewleta Tirk a dagirker, 11’ê Kanunê avahiya Meclîsa Gel a Xanesorê bombebaran kiribûn, beşek ji avahiyê hilweşabûn, di roja Cejna Êzî de, meclîs ji nû ve tê avakirin.

Balafirên dewleta Tirk a dagirker, 11’ê Kanunê avahiya Meclîsa Gel a Xanesorê bombebaran kiribûn, beşek ji avahiyê hilweşabûn, di roja Cejna Êzî de, meclîs ji nû ve tê avakirin.

Avahiya Meclîs Gel, ji ber êrişa Tirkan hilweşiyabû. Şaredariya Gel a Rêveberiya Xweser a Şengalê, ji bo jinûveavakirina avahiya meclîsê, doh, roja Cejna Êzî dest bi kar kir.

Hevserokê Meclîsa Gel a Xanesorê, Berekat Îbrahîm li ser jinûveavakirina meclîsê got, ti kes wê nekaribe îradeya wan bişkîne: “Di 11’ê Kanûnê de dewleta dagirker êrişek hovane bire ser Meclîsa Xanesorê, me weke gelê Xanesor û Rêveberiya xweser biryar da ku em ji nû ve avahiyê ava bikin. Em dixwazin li vir ji her kesî re bêjin, ti kes wê nikaribe îradeya me bişikîne. Bi êrişan, kes wê nikaribe me ji doz û şehîdên me qût bike.”

ROJNEWS/ŞENGAL