Di cejnê de bîranîna şehîdan

Pêncşem 11 Nîsan 2024 - 00:43

  • Li Rojava, Bakur-Rojhilatê Sûriyê û li Başûr gel serdana goristanan kirin û şehîdên Têkoşîna Azadiya ya Kurdistanê bi bîr anîn.

Li Rojava û Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê Cejna Remezanê bi serdanên Pakrewangehan destpê kir. Di berbanga sibehê de li bajarên Dêrik, Til Koçer, Til Hemîs, Til Birak, Tirbesipiyê, Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Til Temir, Hesekê, Şedadê, Hol, Dêrazor, Reqa, Tebqa, Minbic, Kobanê, Efrîn-Şehba, taxên Şêxmeqsud û Eşrefiye yên Helebê serdana Pakrewangehan hat kirin.  

Malbatên şehidan, gaziyên şoreşê, rêveberên partî, sazî û dezgehan û bi hezaran kesan gorên şehîdan ziyaret kirin, gul danîn ber wan û dua kirin. Li pêşiya pakrewangehan jî şekir hatin belavkirin.

Mexmûr

Her wiha Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê piştî nimêja cejnê berê xwe dan ser goristanê û cejna hev û xizmên xwe pîroz kirin.

Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê piştî nimêja cejnê berê xwe dan ser goristanê û cejna hev û xizmên xwe pîroz kirin.

Şêniyên Wargaha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) piştî nimêja cejnê çûn ser goristanê û ji wir jî derbazî Saziya Malbatên Şehîdan bûn. Şêniyên Mexmûrê yên ku piştî serdana goristanê li Saziya Malbatên Şehîdan kom bûyîn cejna hev pîroz kirin û banga weheviya xwişk û biratiya gelan kir.

Kerkûk

Ji bo Cejna Remezanê bi pêşengiya Encûmena Herêma Kerkûkê ya Tevgera Azadî û bi beşdariya Ciwanên Welatparêz yên Kurdistanê û Jinên Têkoşer wek kevneşopiyeke olî û civakî gorên şehîdan yên li Goristana Şehîdên Kerkûkê ziyaret kirin.

Li ser gorên şehîdan daxwaza yekîtiya gelê Kurd hate kirin û her wiha beşdaran soza xwe dubare kirin ku ewê xebat û têkoşîna şehîdan bidomînin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.