Di berxwedanê de bi israr in
Sêşem 17 Kanûn 2024 - 02:50
Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Kobanê û tevahiya herêmê, bi deh hezaran şêniyên Kobanê meşiyan. Di meşê de dirûşmên "Bijî berxwedan QSD`ê" û “Bimire faşîzm” hatin berzkirin. Her wiha wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, yên şehîdan û alên QSD`ê hatin hildan.
Meş li Qada Şehîd Egîd sekinî. Li wir hevserokê Meclisa TEV-DEMˈê ya kantona Firatê Enwer Muslim axivî û diyar kir ku bi êrişa çeteyên dewleta Tirk a dagirker û ketina rejîma Baasê re pêvajoyeke nû dest pê kir. Enwer Muslim diyar kir ku peymana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ew e ku di Sûriyeyeke demokratîk de bijîn û got:"Divê Sûriyeyeke demokratîk were avakirin. Em daxuyaniyên rayederên hikumeta demkî ya Sûriyeyê erênî dibînin ku dibêjin Kurd beşeke esasî ya Sûriyeyê ne. Lê divê ev yek li ser erdê pratîk bibe. Divê êrişên li dijî me têne kirin werin rawestandin û Koalîsyona Navneteweyî erka xwe bi cih bîne.” Meş bi berzkirina dirûşmên silavkirina berxwedana QSDˈê bi dawî bû.
ANHA/KOBANÊ