Di ber welat de şehîd bû

Pêncşem 16 Hezîran 2022 - 21:33

  • Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê diyar kir ku Salih Cizîrî (Hasan Adir) 5’ê Hezîrana 2021’ê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûye û ew bi bîr anî.

Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê diyar kir ku Salih Cizîrî (Hasan Adir) 5’ê Hezîrana 2021’ê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûye û ew bi bîr anî. Komîteyê got, “Salih Cizîr (Hasan Adir) ku yek ji domdarê çanda qedîm a Botanê bû, di 5’ê Hezîrana 2021’ê de şehîd bû. Em ji malbata Adir a hêja û tevahiya gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.”

Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ji bo Şehîd Salih Cizîr got, “Di salvegera şehadeta hevrê Salih Cizîr (Hasan Adir) ku yek ji domdarên çanda qedîm a Botanê bû, bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînin, ji malbata xwe ya hêja ya Adir û tevahiya gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Hevalê Salih Cizîr sala 1962’an li Cizîrê ji dayik bû. Bavê çar zarokan, hevalê Salih sala 1986’an têkilî bi Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê re danî. Bi xwendina weşanên partiyê Serxwebûn û Berxwedanê re fikrên Rêber Apo nas kirin, rastiya Kurdistanê û dijmin baştir fêhm kir.

Birayê wî Şehîd Çekdar dawiya sala 1986’an tevlî nava refên partiyê bû. Piştî ku Şehîd Bêrîvan û Şehîd Baran di bihara 1988’an hatin Cizîrê, hevalê Salih bi rengekî çalak dest bi têkoşînê kir. Li ser îtirafa îtirafkarekî di Hezîrana 1988’an de ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve hate girtin. Hevalê Salih salekê li zindanê ma. Di sala 1990’î de weke rêxistinkarekî xurt tevlî serhildanên gel bû. Di Newrozê de careke din hate destgîrkirin. Êşkenceyeke giran lê hate kirin û sala 1991’ê çû Elmanyayê.

Du caran ew xist zindanê

Li Ewrûpayê demeke dirêj gelek kar kir û pratîkeke serketî nîşan da. Ji ber vê yekê li Elmanyayê jî bû hedefa êrişan. Dewleta Elman ew du caran girtin û pênc salan di zindanê de ma. Timî dixwest vegere welêt û têkoşîna xwe li welêt dewam bike. Lê belê ev daxwaza wî demeke dirêj pêk nehat. Herî dawî di nava karên KOMAW’ê de (Komeleya Malbatên Şehîd û Windayan) bi fedakarî xebat kir. Sala 2015’an berê xwe da Kurdistanê ku wê jê re bibûya warê bêhnvedana bêdawî û xwe gihand welatê xwe.

Sala 2016’an tevlî dewreya perwerdeyê ya Ocaxa Sakîne Cansiz a PKK’ê bû. Hevalê Salih ku jiyana xwe fedayî têkoşîna azadiyê ya gelê xwe kir, li wargeha Mexmûrê ku xelkê wê ji Botanê ye, ji bo xizmetê ji xelkê wê re bike têkoşîna xwe dewam kir. Hevrêyê me Salih Cizîr bi jiyana xwe bû mînaka baweriya bilind û biryardariya tevlîbûna bêhesab a li xeta Rêber Apo. Di 5’ê Hezîrana 2021’ê de li Mexmûrê dema ku bi fedakariyeke mezin xizmet ji gelê xwe re dikir, di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû. Em careke din di şexsê hevalê Salih de şehîdên şoreşê hemûyan bi rêz û minet bi bîr tînin û sozê didin ku teqez hesab ji dewleta Tirk a dagirker û nokerên xayîn bipirsin.”

Nasnameya şehîdî wiha hat eşkere kir:

- Salih Cizîr (Hasan Adir) ê 01.01.1962 li Cizîrê ji dayik bûye, kurê Vecîhe û Saîd, ê sala 1991´ê li Elmanyayê tevlî nav refan bûye, 5’ê Hezîrana 2021´ê li Mexmûrê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.