Paul Cocksedge Studio, bi riya teknolojiyê zorê dide xwe û tiştine balkêş disêwirîne. Studioyê herî dawî ji bo li Hong Kongê sêwirandineke berênedîtî çêke li ser “sadebûn û hêza xeyalê” hûr dibe û înstalasyoneke bi navê “Time Loop” (Çerxa Zemên) çêdike. Paul Cocksedge Studio û Sino Group ku ew jî yek ji şirketên milk e û bi karên wiha re mijûl e, bi hev re li “Meydana Yue Man” ku bi ser taxa Kwun Tong ya Hong Kongê ve ye bi malzemeyên darîn peykerekî ku dike em li çerxa zemên bihizirin, çêkirine.

Time Loop, ji meydanên derûdora Kwun Tong û dîroka wê îlhama xwe digire û sembola bêdawîtiyê ye. Her wiha ev sembol yan jî çerxa zemên, pêşveçûn û veguherîna herêmê ya ku ew her tim mezin dibe jî nîşan dide. Studio ji bo înstelasyona “Time Loop” dibêje, “Ev xebata me nîşaneya rêzgirtinê ye ji bo dîroka Hong Kongê, her wiha jestek e jî, ji bo guherîna demê û lez û beza jiyanê.”

Time Loop, bi awayekî sade û besît hatiye sêwirandin. Mirov gava li ser rûdinên li ser bêdawîtiyê diramin. Li gel bêhnvedanê peyker dibe cihê lîstikê jî û hin kes li ser peyker di nav xelekên darîn ên ku bêdawîtiyê sembolîze dikin, dilîzin jî. Ji bo wextê ku dibuhire baştir were hîs kirin, li kêleka înstelasyonê bi du zimanan derbarê “bêdawîtiyê” de helbestên bêdawî û dirêj hatine nivîsandin.

NAVENDA NÛÇEYAN