- Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Di 6’ê Çileyê 2017’an de hevrêyên me yên li kampa zivistanê di bin aşûtê de man.”
HPG’ê 4 gerîlayên ku li Wanê sala 2017´an şehîd bûbûn, bi bîr anîn û got, “Em sersaxiyê malbatên hêja yên hevrêyên me Xeyrî, Eşref, Dilda û Dilşad re, ji gelê Kurdistanê ê welatparêz re dixwazin.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Di 6’ê Çileyê 2017’an de hevrêyên me yên li kampa zivistanê di bin aşûtê de man.”
HPG´ê ji bo şehîd Xeyrî Azadî got, “Hevrêyê me Xeyrî sala 2004’an tevlî nav refên gerîlayan bûye. Ji roja ku tevlî nav refên gerîlayan bûye û heta ku derbasî qada Botane bûye, di nav xebatên cihê û stratejîk de cih girtiye û di warê leşkerî û îdeolojîk de xwe her dem xurt kiriye. Li ser esasê Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî sala 2009’an çû Botanê, bi ked, biryardarî û fedakariyeke mezin rola xwe ya pêşengtiyê pêk anî. Di dema Berxwedana Xwerêveberiyê de bi tarzekî fedaî tevlî berxwedanê bû û di gelek waran de ji bo serweriya dijmin were şikandin, têkoşiya. Heval Xeyrî piştî têkoşîna xwe ya şoreşgerî ya 21 salan bi qezayekê şehîd bû, ev rewş ji bo me û gelê me rewşeke dijwar e.”
HPG´ê ji bo şehîd Eşref Wan jî got, “Hevalê me Eşref li Elbaka Wanê ji dayik bûye. Di dema Şoreşa Rojava de tevlî Şoreşa Azadiyê ya Rojava bû û li hemberî çeteyên DAIŞ’ê têkoşîneke mezin kir. Di dema şer de di warê şikandina êrişên DAIŞ’ê de bûye xwedî roleke mezin. Hevalê me Eşref bi ruhekî fedaî têkoşiyaye, di dema şer de ew gelek caran birîndar bûye û bi biryardariyeke mezin di têkoşînê de israr kiriye. Piştî şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê sala 2016´an çû çiyayên Kurdistanê û ev xeyala xwe bi cih anî. Hevalê me Eşref çû Botana ku şerekî mezin lê tê kirin û li vê derê tevlî nav gelek çalakiyên serketî bû.”
HPG´ê ji bo şehîd Dilda Botan got, “Hevalê me Dilda sala 2014’an li Botanê tevlî nav refên gerîlayan bû. Di demeke kurt de ew bi Botanê ve hat girêdan û li çiyayên Kurdistanê bênavber têkoşiya. Hevalê me di warê leşkerî û îdeolojîk de zû xwe bi pêş ve bir û bû gerîlayekî jîr û xwedî tecrûbe. Nirxên ku hevalê me Dilda bi kesayetiya xwe ya milîtanî ava kirine, wê her dem di têkoşîna me de bijîn û pêşiya me ronî bikin.”
HPG´ê ji bo şehîd Dilşad Bêrîtan, “Hevalê me Dilşad di temenekî ciwan de tevlî nav refên şoreşê bû. Ji bo ku berdêla her saniyeya ku Rêber Apo li Îmraliyê maye bi dijmin bide dayîn, wî hemû enerjiya xwe da xebatên şoreşê û hêrsa xwe kir çavkaniyeke geşbûnê. Hevalê me Dilşad tevî şehîdên me yên nemir wê her dem di têkoşîna me ya azadiyê de pêşiya me ronî bike."
HPG´ê nasnameyên şehîdên ji ber aşûta 6´ê Çileyê 2017´an a li Wanê, wiha eşkere kir:
- Xeyrî Azadî (Azîz Erkiliç) ê li Bedlîsê ji dayik bûye, kurê Gulbahar û Abdulhadî
- Eşref Wan (Servet Şen) ê li Wanê ji dayik bûye, kurê Hinar û Ahmet
- Dilda Botan (Yûsûf Gullu) ê li Wanê ji dayik bûye, kurê Naîme û Mûzaffer
- Dilşad Bêrîtan (Tayfûn Oktan) ê li Wanê ji dayik bûye, kurê Sebahat û Reşît
BEHDÎNAN