Di 75 rojan de 138 kes bi dar ve kirine

În 17 Adar 2023 - 01:50

  • Ji destpêka salê ve bi giştî hejmara kesên hatine darvekirin gihiştiye 138 kesan.

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ragihand ku di 15 rojên destpêkê yên meha Adarê de 29 kes li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine bidarvekirin û her wiha ji destpêka salê ve bi giştî hejmara kesên hatine darvekirin gihiştiye 138 kesan.

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê di derbarê zêdebûna rêjeya hejmara darvekirinên li Îranê de hişyarî da û wiha got: “Di 2 meh û nîv ên sala 2020’an de 67 girtî hatibû darvekirin, di 2 meh û nîv ên sala 2021’an de 72 girtî hatibûn darvekirin, her wiha di 2 meh û nîv ên sala 2022’yan de 94 girtî hatibûn darvekirin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.